Kurdan bertek nîşanî bêdengiya NY’ê dan
Kurdistaniyê ku çalakiya xwe ya rûniştinê li ber ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didomîn in, gotin ku yekane daxwaza wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Kurdistaniyê ku çalakiya xwe ya rûniştinê li ber ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didomîn in, gotin ku yekane daxwaza wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Kurdistanî di çarçoveya Pêngava “Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê Re Na; Dem Dema Azadiyê Ye” de, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê didomîn in.
Çalakiya rûniştinê ya ku 25’ê Çileyê destpê kirî her roja Çarşemê tê lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê Kurdên ku ji bajarê Solothûrnê hatîn birêve birin.
Çalakgerên ku bertek nîşanî bêdengiya NY’ê dayîn, pişta xwe dan Ofîsa NY’ê.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam li vir axivî û diyar kir ku daxwaza bingehîn a gelê Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.