Kurd û Japonan Newroz bi hev re pîroz kir

Kurdên li Tokyoya paytexta Japonyayê û dostên wan ên Japon, Newroz bi hev re pîroz kir.

Li Parka Akîgaseyê ku nêzê Tokyoyê ye, Newroz hat pîrozkirin, bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.

Kurd û dostên xwe yên Japon tev li pîrozbahiyê bûn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar peyamek şand. Hevserokê PYD’ê Salih Mislim jî bi rêya internetê beşdar bû.

Sê salên dawîn, ji ber nexweşiya Covîd 19’ê Newroz nedihat pîrozkirin. Ji çar aliyên Kurdistanê kes tev li pîrozbahiyê bûn. Banga piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.

Koma Dengê Jinên Japonyayê ku ji hunermendên Japon û Kurd pêkhatî jî, tev li pîrozbahiyê bû.