Kurd li pêşiya Komîsyona Ewropayê ne: Terorîst Erdogan

Kurdistanî li pêşiya Komîsyona Ewropayê dewleta Tirk a dagirker protesto dike.

Kurdistanî li paytexta Belçîka Brûkselê Lûtkeya Ewropa protesto dikin.

Kurdistaniyên li pêşiya Komîsyona Ewropayê kom bûn, dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’qîr dikin, xwedî li HDP’ê derdikevin.

Hevserokê NAV-BEL Davûd Keskîn di çalakiyê de axivî û got: “Dagiker dixwazin bikevin qadên gerîla. Berxwedanek bi heyebet heye.”

Keskîn hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiye yê re jî şermezar kir û got: “Gelê Kurd naxwaze xwîna Kurdan bi Kurdan bê rijandin, PDK tavilê ji vê şaştiyê vegere.”