Kurd li Lînzê jî li dijî qeyûman rabûn

Bi çalakiyekê li bajarê Lînz a Avûstûryayê desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.

Bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Lînz û derdorî wê dijîn bi pankartên ‘Piştevaniyê bidin girtiyên HDP’î’ û ‘Em êrîşên faşîst ên li ser HDP’ê yên li Tirkiyeyê protesto dikin’ vekirin çalakiyek kirin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinan derbeya siyasî ya Tirk nîqaş kirin. Di çalakiyê de belavoka têkildarî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve hatibû amadekirin hate belavkirin. Endamên Yekîtiya Hêza Demokrasî, AGÎF, Partîzan û PGK/MLM jî tevlî çalakiyê bûn.