Kurd li Kopenhag û Osloyê jî daketin qadan

Salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî de li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye û li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye hate şermezarkirin.

KOPENHAG

Li banga Federasyonên Komeleyên Kurdan, Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.

Gelê Kurd li qada Vestrebros torvê hatin ba hev û heta qada Nytrovê meşiyan û piştî meşê mîtîngek lidarxistin.

Berdevkê NCDK’ê Kek Îbo û Berdevka Meclîsa Jinan a Sêvê Hozan Fîgen diyar kirin ku berxwedana li hemberî komployê li her qadê didome û gelê Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve.

OSLO

NCDK-Oslo û UNG-KURD bi wesîleya 9’ê Cotmehê li navenda Osloyê standek vekirin. Ji bo balkişandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd çalakiyek hate lidarxistin.

Gelê Kurd û dostên wan li rêya Karl Yohan a ku rêya herî qelebalix e stand vekirin û derbarê Ocalan belavok û pirtûk belav kirin. Di standê de belavokên li ser komploya navneteweyî jî hate belavkirin.

Di çalakiyê de li ser navê NCDK Osloyê Endam As o û li ser navê nûnerên ciwanên UNG-KURD’ê jî Rozerîn Algunerhan derbarê armanca çalakiyê axivîn.

Hevserokê Meclîsa Osloyê Bavê Hesen jî axivî û got “Gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dide û heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Nivîskar, çalakger û parlementerê berê Erlîng Folkvord jî got “Ji bo aştî û demokrasiyê divê Ocalan êdî azad bibe.” Folvord diyar kir di Tebaxa 1998’an de ew çûye serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir.