Kurd li Başûrê Fransa hefteyeke li qadan in

Kurdistaniyên ku hefteyeke li Başûrê Fransa li qadan bûn, wê sibe bi mîtîngekê çalakiya xwe bi dawî bikin.

Çalakiya rûniştinê ku ev 5 roj bûn li Qada Vîeûx-Port a Marsîlyayê hatibû destpêkirin, bi tevlbûna Kurdistaniyên Bordeaûx, Montpellîer, Marsîlya, Toûloûse û Dragûîgnanê dom dike.

Çalakiya her roj saet 10:00’an destpê dike, heta saet 17:00’an dom dike.

Di çalakiyê de Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan di çarçoveya pêngava ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ îmze kom kirin.

Li standa hatî danîn jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Çalakî wê sibe bi mîtîngekê li Qada Vîeûx Portê bê lidarxistin, bi dawî bibe.