Konseya Ewropa: Tecrîdkirina Ocalan divê bi dawî bibe
Di rapora Konseya Ewropayê de ya li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û rewşa Tirkiyeyê, biryar hate dayin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar were kirin.
Di rapora Konseya Ewropayê de ya li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û rewşa Tirkiyeyê, biryar hate dayin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar were kirin.
Li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) îro rapora têkildarî Tirkiyeyê erê kir. Di raporê de hate gotin ku divê di serî de Leyla Guven û hemû hilbijêrên girtî bên berdan.
Her wiha di raporê de bendek ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatibû amadekirin li raporê hate zêdekirin. Li ser benda 11.1.6 a pêşnûmeyê ‘ Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Konseya Ewropa, pêşniyarên têkildarî Abdullah Ocalan û girêdayî Girtîgeha Îmraliyê bê şopandin’ li ser hate zêdekirin.
CPT’ê rapora serdana xwe ya Nîsana 2016’an 20’ê Adara 2018’an ragihandibû. Di rapora piştî 2 salan a CPT’ê de bal hatibû kişandin ku Ocalan 5 sal bi parêzer û 18 meh bi malbata xwe re hevdîtin pêk neaniye.
Her wiha di raporê de hatibû xuyakirin ku girtiyên din ên li gel Ocalan ên di heman girtîgehê de ne, têkiliyên wan ên bi cîhana derve û mafê telefonê jî hatine qûrtikirin, daxwaz hatibû kirin ku dawî li vê yekê bê.
CPT’ê di rapora xwe ya berê salekê ragihandibû de diyarkiribû ku rewaş girtiyan ber bi başbûnê ve diçe lê mafê wan ên ragihandinê ji destan tên girtin.
CPT’ê bal kişand ser vî tiştî ku divê mehê bi kêmanî du caran mafê Ocalan ê bi telefonê hebe û karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.