Rapora MPKE’yê ya Tirkiye: Hilbijêran berdin!

Li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) raporeke ku di derbarê Tirkiyeyê de hatibû amadekirin erê kir. MPKE’yê da xuyakirin ku divê di serî de Leyla Guven û hemû hilbijêr bên berdan.

Rapora komîsyona çavdêrîkirin a dewletên endamên Konseya Ewropayê ji aliyê 2 parlementeran ve hate amadekirin. Rapora ku bi lezgîn ji aliyê ji Koma Sosyalîst-Demokrat-Keskan Marîanne Mîkko û ji Koma Muhafazekarên Ewropa Nîgel Evans amade kir, piştî ku ji aliyê komîsyonê ve hate erêkirin û şûnde li Desteya Giştî ya MPKE’yê kete danedanê û hate erêkirin.

Di raporê de bi taybet li ser mijarên çapemenî, mafê mirovan û dewleta hiqûqê ya li Tirkiyeyê hate sekinîn û ev tişt hate gotin: “Divê parlementer û muxalefetên derveyî parlementoyê divê di warê demorasiyê de tev bigerin.”

Di raporê de fikarên di warê mafê mirovan û demorasiya xirab dibe ya Tirkiyeyê hate sekinîn û destlênedayîna 154 wekîlan a hatiye rakirin, hate bibîrxistin.

Her wiha di raporê de fikarên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven jî di nav de ku bi dehan hilbijrê di girtîgehê de li xwe digire û hate gotin ku Leyla Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di grevê de ye bi gotina; ‘Ji bo bal kişandina ser nebûna diyalog û gotûbêjeke siyasî ya siyasetmedaran a rastî, serî li rêbazên wiha hatiye dayîn’ xemginiya xwe aniye ziman.

Biryara berdanê ya DMME’yê ya di derbarê Demîrtaş de hate bibîrxistin û bal kişand ser zextên AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên xwecihî de.

DAXWAZ

 Di raporê de bal hate kişandina ser şaredariyên ku qeyûm hatine wezîfedarkirin û hevşaredarên hatine girtin û bi kinahî ev bang li hikûmeta Tirk hate kirin:

“Di demorasiyê de divê rêz ji mafên endamên partiyên muxalîf re bê girtin.

Divê destlênedayîna parlementeran bên parastin, rêz jêre bê girtin.

Ji ber destlênedaiya parlemeter Leyla Guven li ser biryara têkildarî Parlementer Enîs Berberoglû ya di demek nêzde ji aliyê darazê ve hatibû girtin, li ser erka xwe kar bike.

Rakirina destlênedana  a sala 2016’an a li dij normên Konseya Ewropayê ye parlementer û parlementerên berê heta pêvajoya hiqûqî temam bibin serberst bê berdan.

Divê Hiqûqa Têkoşînê bi Terorê re li gorî peymana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bê sererastkirin.

Divê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya di derbarê Demîrtaş de bikeve meryetê.

Divê Hiqûqa hilbijartinê, li gorî daxwaza Komîsyona Venedîkê li gel bi azadî kirina wê, di çarçoveyeke baş a îfade û azadiya çapemeniyê de li ber çavan bê girtin.

Divê benda hilbijartinê ya sînordarkirina muxalefetê ya li Parlementoyê rabike.

Divê li ser bingeha normên Konseya Ewropayê hevkariyeke berfireh bê kirin.

Divê stratejiya reforma edaletê temam bibe û bikeve meryetê.

Plana çalakiya mafê mirovan a nû divê temam bibe û bikeve meryetê.

Divê reformên Destûra Bingehî a 2017’an li ber çavan re bê derbaskirin.

MPKE’yê di rêza yekem de neçare ku bersiva fikarên rayedarên Tirk bide.”