CPT’ê piştî serdana xwe ya Girava İmraliyê ya di sala 2016’an de, rapora xwe eşkere kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan 5 sal in bi parêzerê xwe re û 18 meh in jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike.
CPT’ê di rapora xwe de diyar kir ku girtiyên li heman girtîgehê jî piştî dîrokên hatine diyarkirin hevdîtina bi telefonê jî tê de, tu hevdîtin bi derve re nekirine.
CPT’ê xwest ku ev rewş divê bi dawî bibe û diyar kir ku di serdana wan a du sal berê de şertên mekan piçekî baş bûbû lê mafên têkilîdanînê xerabtir bûye.
CPT’ê bal kişand ser vî tiştî ku divê mehê bi kêmanî du caran mafê Ocalan ê bi telefonê hebe û karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
CPT’ê diyar kir ku ev rapor û biryara dewleta Tirk, li ser daxwaza rayedarên Tirk ji raya giştî re tê eşkerekirin. Tê dîtin ku dema eşkerekirina raporê piştî dagirkeriya Efrînê hatiye kirin û ev tişt jî balê dikişîne.