Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd roja Zimanê Dayîkê pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya li Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyekê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya li Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyekê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kir.
Bi boneya 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku ji hêla UNESCO ve, ji bo parastina çand û zimanan hatiye ragihandin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E), vê rojê bi daxuyaniyekê li hemû gelan pîroz kir.
Kongreyê da diyarkirin ku zimanê kurdî, rojane ji aliyê sîstemên desthilatdar ve rastî êrişan tê û bi dehan salan gelê Kurd ji vî mafî bêpar maye.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sedsala 21’an de, li Rojhilatê Kurdistanê hîna jî kesên mîna Ferzad Kemanger, ji ber perwerdeya Kurdî tên bidarvekirin û cezayên herî giran li dehan xebatkarên ziman ên mîna Zehrayê tên birîn. Hîna jî li Bakurê Kurdistanê, ji bo straneke Kurdî ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin. Li Başûrê Kurdistanê hikûmeta navendî, perwerdeya kurdî ya li Kerkûkê asteng dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî, piştî vê malkambaxiya ku serê deh salan e bi Sûriyeyê ketiye, hîna jî hikumeta Şamê hebûna Kurdan û Kurdî di qanûnên xwe de qabûl nake û bi wê hişmendiya nijadperest û faşîst ve nêzîkî vê pirsê dibe.”
Di heman demê de qala girîngiya ziman jî hate kirin û gotin ku: “Têkoşîna ji bo ziman û çanda Kurdî, jiyan bi xwe ye. Ji ber vêya, di serî de li qadên siyasî, civakî û li hemû qadên jiyanê, divê em zimanê xwe bi kar bînin, da ku em karibin pêşiyê li siyaseta înkar û tunekirinê bigirin.”
Dîwana Kongreyê di dawiya daxuyaniyê de ev roj li hemû gelên bindest û gelê Kurd pîroz kir.