Konferansa piştevaniya bi Rojava re
Enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansa piştevaniyê de hatin ba hev.
Enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansa piştevaniyê de hatin ba hev.
Têkildarî êrîşên dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansê de hatin ba hev. Bi şîara “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyona Demokratîk û Perspektîf” di navbera 25 û 26’ê Çileyê de konferanseke ji bo du rojan tê lidarxistin.
Şoreşgerên enternasyonalîst ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuya Kurdan bê naskirin, peyam dan.
Di danezana konferansê de hate diyarkirin ku ezmûneke li ser bingehê azadiya jinan û jiyaneke bi pir etnîk û pir olî, zêdeyî 12 sal in pêş dikeve û wiha hate gotin: “Femînîzm, piştevanî û edalet li vir bi rengekî bêhempa diqewime. Me ev konferans beriya hilweşîna rejîma Esad amade kir. Têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê em jî şaş dimînin û hestiyar dibin. Lê belê em difikirin ku dem hatiye em êdî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çêkerên rêveberiya xweser ên li vir, baxivin. Lewma di vê konferansê de wê geşedanên heyî hîn berfirehtir bên lêkolînkirin û nîqaşkirin. Di vê konferansê de wê cih were dayîna vîzyona siberoja demokratîk û perspektîfên aştî û edaletê.”
BERNAMEYA KONFERANSÊ
Bernameya konferansê wiha hate eşkerekirin:
“ŞEMÎ
09.30: Vekirin û pêşwazîkirin.
10:00 Ketin: Rapora rewşa siyasî.
11.00: Meyzandina li azadiya jinê.
13.00: Navbera xwarina nîvro.
14.30: Perspektîfa Demokrasiyê.
15.30: Xebatên atolyeyê.
17.00: Navber.
17.30: Perspektîfa aştiyê.
19.30 Wê navber bê dayîn.
YEKŞEM
10.00: Perspektîfa ewlehiyê.
11.00: Li Rojava ewlehî.
12.30 Encam.”