Konferansa PE'yê: Erdogan sûcdarê şer e, divê were darizandin!

Li konferansa Rojava a li PE'yê li dijî dagirkeriya Tirk helwest hate nîşandan. Hate gotin Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin.

Konferansa Rojava ya li Parlamentoya Ewropayê (PE) di roja duyan de didome. Di konferansê de li ser sedem û encamên dagirkeriya Tirk axaftin hatin kirin. Nûçegihanê Misrî got Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin.

'DIXWAZIN JI BO TERORÎSTAN HERÊMEKE EWLE AVA BIKIN'

Ji Partiya Yekîtiya Sûryanan Nazîra Gewriye li konferansê axivî û got, ''Tirkiye bûye welatekî wiha ku terorîzmê îxrac dike''. Gewriye got Tirkiyê her demê xwestiye ku li rêveberiya xweser bixe û got, ''Ev proje ji hêla Tirkiyê ve ku xwedî doktrîneke milliyetgir e mîna gefekê hate dîtin.'' Gewriye her wiha got dewleta Tirk dema êrîşan tîne ti cihêtiyê naxe navbeyna şervan û sivîlan û li ser dagirkeriya Tirk got,''Ev operasyona terorê ye. Tirkiye dîsa rih dide DAÎŞ'ê. Armanc ew e ku ji bo terorîstan herêmeke ewle ava bikin.''

'BINPÊKIRIN BI FERMANA ERDOGAN TÊNE KIRIN'

Damezirînerê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Evdil Rehman jî bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û got,''Leşkerên Tirk bi operasyonan hiqûqa navnetewî binpê kirin'' û domand, ''Bi van binpêkirinan ziyan ne ku tenê dane sivîlan û malên wan, her wiha mîrateya wan jî kirine hedef û nasnameya herêmê guherandin.''

Rehman her wiha got, ''Artêşa Millî ya Sûriyê ji bo ku li dijî Sûriyeyiyan sûc bike hate bikaranîn. Ev hemû binpêkirin bi rêveberiya Erdogan û bi fermana wî têne kirin. Bi rengekî cih diguherînin. Armanc guherîna demografiyê ye. Rehmen li ser dagirkeriya Tirk a dawî jî got armanc ew e ku Kurdan ji ser xaka wan bikin û hemû herêm were dagirkirin.

HUSEYÎN: ARMANC EW E KU DAÎŞ'Ê DÎSA ZINDÎ BIKIN

Bi berdewamî li konferansê ji Meclîsa Kantona Serêkaniyê lêkolîner Jiyan Huseyîn axivî. Huseyîn got pratîka Tirk a li Efrînê li deverên din jî dubare dibe, got, dewleta Tirk bi navê, ''Kaniya Aştiyê'' terorê dike, li bajarên ku dewleta Tirk dagir kirine sûcên koçberkirinê, talanê, destgîrkirinê, kuştinê têne kirin û got, ''Armanca dagirkeriyê ew e ku DAÎŞ'ê dîsa zindî bikin.''

NAÎSSE: DAGIRKERIYA TIRK GEFÊ LI HEMÛ GELÊN HERÊMÊ DIXWE

Ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hayat Naîsse jî li ser dagirkeriya Tirk got, ''Li ber çavan e, dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk li welêt û herêmê bû fetonekek'' û got,''Ev gefê li rêveberiya xweser dixwe. Gefê ne tenê li Kurdan, her wiha li ser hemû gelên Sûriyê dixwe. Dewleta Tirk bi nexweşiya dijminatiya li Kurdan ketiye.''

Li ser armanca dagirkeriya Tirk jî Naîsse got, ''Tinekirina xweseriya Kurdan a li Sûriyê û tinekrina tecrûbeya gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.''

ELHEEDY: TÊ XWESTIN KU ÎMPARATORIYEKE NÛ YA TIRK WERE AVAKIRIN

Nûçegihanê Misrî Nashet Elheedy jî bal kişande ser karakterê emperyal ê dewleta Tirk û got, ev emperyaliya Tirk bi xwînê û qirkirinê ye û qirkirina Ermenan bi bîr xist. Elheedy got, ''Erdogan li dijî berjewendiya Kurdan û Ereban dixwaze împaratoriya nû ya Tirk, împaratoriya Osmanî ava bike''. Elheedy her wiha got Erdogan dixwaze bandora Misrê jî kêm bike û Misrî hay ji vê çêbûne, ji ber vê jî Birayê Misila ji desthilatê xistine.

'ERDOGAN SÛCDARÊ ŞER E''

Nûçegihanê Misrî herî dawî got,''Li Parlamentoya Ewropayê bi dengekî xurt divê em bibêjin; kî wê dawî li van binpêkirinan bîne'' û domand, ''Erdogan sûcdarê şer e û divê wiha were darizandin. Ji destê wî xwîn diherike''. Elheedy diyar kir rêxistinên navnetewî dirû ne û dewlet li gorî berjewendiya xwe tevdigerin.