Konferansa Kurd a li PE'yê: Divê bersiv ji banga dîrokî ya Rêber Apo re bê dayin

Li Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê hate ragihandin ku peyama Rêber Apo dîrokî ye û divê dewleta Tirk bi berpirsyariya xwe rabe.

KONFERANSA KURD

Konferansa 'Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd' a li Parlamenta Ewropayê (PE) ku cara 19'emîn tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.

Di roja duyemîn a konferansê de rûniştina 'Tirkiye û Sîstema Cîhanê ya Nû' hate lidarxistin. Di rûniştinê de ku ji aliyê akademîsyen Latîfe Akyuz ve hate birêvebirin rojnamevan Ferda Çetîn, Parlamenterê Stenbolê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, ji Zanîngeha Viyanayê Huseyîn Çîçek, ji Zanîngeha Wageningenê Joost Jongerden axivîn.

TANRIKÛLÛ: AKP PÊVAJOYÊ HÊSAN NAKE

Sezgîn Tanrikûlû destpêkê axivî û diyar kir ku ji ber operasyona li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû nekarî tevlî konferansê bibe, lewma ji Enqereyê bi rengê online tevlî bû.

Sezgîn Tanrikûlû anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê weke manîfestoyekê ye û got, "Rêxistinê jî bersiveke erênî da û ev pêvajo derbasî qonaxeke cuda bû. Lê belê AKP û desthilatdariyê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neaniye.

Berevajî vê yekê kiryarên tund kir. Ji bo rêxistin karibe kongreya xwe bike li şûna ku helwesteke hêsankariyê nîşan bide, tiştên berevajî vê dike. Rêxistin jî vê eşkere dike, ya rast çavdêriyên min jî bi heman rengî ye. AKP'ê heta niha têkildarî pêvajoyê agahiyeke şênber nedaye civakê."

ÇETÎN: DYE Û YEKÎTIYA EWROPA LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BÊDENG IN

Rojnamevan Ferda Çetîn jî anî ziman ku Tirkiye di pozîsyona belavkariyê de ye û got, "Li hin deverên Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn bi cih bûye. Rêveberên Tirkiyeyê van hemûyan weke binpêkirinê nabînin û piştgiriyê didin. Li Iraqê 80 baregehên wan hene, li Sûriyeyê jî bi heman rengî baregehên wan hene. DYE ji vê yekê aciz nîne. DYE û Yekîtiya Ewropa li hemberî vê bêdeng in. Berevajî, bi hincetên ewlekariyê îdîa dikin ku Tirkiye mafdar e. Eger em van nebînin em ê nikaribin têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê normal bibînin."

Ferda Çetîn têkiliyên welatên yekîtiya Ewropayê yên bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed El Şara jî rexne kir û got, "Wê di demeke nêz de serdana Ewropayê bike. Halbûkî ev kes beriya niha yek ji lîderên El Qaîdeyê bû. Fermana gelek komkujiyan da. Tenê kincê xwe guhertiye û bi guhertina kinc jî nabe ku nêzîkatiyek bi vî rengî bê nîşandan. Lewma li gel axaftina li ser kiryarên desthilatdariya AKP'ê yên li Sûriyeyê divê em helwesta Yekîtiya Ewropayê jî binirxînin."

ÇÎÇEK: LI TIRKIYEYÊ REJÎMEKE OTOKRATÎK HEYE

Huseyîn Çîçek jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke otokratîk heye û got, "Tirkiye li hundir otokratîk, li derve jî êrîşkar e. Erdogan di sala 2017'an de sîstema parlamenteriyê kir serokatî. Rejîma yek şexsî ava kir. Hevsengiya hêzê guhert. Li ser medya, saziyên civakî yên sivîl zextên giran destpê kirin.

Polîtîkaya derve nîşaneya polîtîkaya hundir e. Polîtîkayên li Sûriye, Somalî, Iraq û Qibrisê bi temamî leşkerî ne. Ewropa ji aliyê aborî û ewlekariyê ve bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyan e. Yekîtiya Ewropayê Tirkiyeyê ji bo koçberiyê weke herêmek tampon û qadeke bazirganiyê dibîne, lewma xwe bêdeng dike."

JONGERDEN: OCALAN 25 SAL IN JI BO AŞTIYÊ LI MUXATAB DIGERE

Joost Jongerden jî got, "Li Tirkiyeyê li şûna pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke Tirk a ji 100 salî heye. Divê em li ser vê biaxivin û nîqaş bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga Abdullah Ocalan dîrokî ye. Divê alî hemû guh bidin vê bangê. Ji bo pêkhatina aştiyê bang divê bi cih bê anîn. Ji ber ku sala 2009'an pêvajoya di navbera Tirkiye û PKK'ê de destpê kir, bi rengekî neyînî bi encam bû. Ji bo ev rewş dubare nebe, divê rêyên ragihandinê bên vekirin. Divê astengî ji holê bêne rakirin. Divê Abdullah Ocalan û rêveberên PKK'ê karibin hevdîtinê bikin. Dewlet divê berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Jongerden anî ziman ku gotina 'Ez li muxatabekî digerim' a Reber Apo ya beriya 25 salan bû pirtûk, hêvîdar e ku vê carekê pêk were û muxatabekî peyda bike.

Joost Jongerden bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne.

Konferans wê piştî nîvro bi rûniştina 'Pêşketin û di çarçoveya demokrasiyê de Yekîtiya Ewropa, Kurd û Tiriye' dewam bike.