BI DÎMEN

Konferansa Jinûveavakirinê ji berxwedêrên Tişrînê re hate dîyarîkirin

‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ ya ji aliyê YJK-E’yê ve hatî lidarxistin, ji berxwedêrên Bendava Tişrînê re hate diyarîkirin û înîsiyatîfê têkildarî jinûvenirxandin û birêxistina meclîs, komûn û xebatan biryarên nû girtin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Gelsenkircen ê Elmayayê ‘Konferansa Jinûveavakirinê’ li dar xist.  Konferans li eywana civînê ya Komeleya Çandî ya Elewî û Bektaşiyan hate lidarxistin û 170 nûner beşdarî konferansê bûn. 

Li eywana konferansê pankarta ‘’Azadî Bi Xwebûn û Avakirinê re Misoger Dibe!” hate vekirin.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û aktîvîst Sûltan Ogerê têkildarî xebatên jinên Kurd ên li Elmanyayê û pirsgirên avakirinê pêşkêşiyek kir. 

Sûltan Ogerê ev yek anîn ziman: ‘’Avaniya me heyî di mijara çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê de bi kêmasiyan re rû bi rû ye. Li hemberî geşedanên li Kurdistanê erka me ye ku em li vir li ser piyan bin. Lê belê çareserkirina pirsgirêkên civaka li vir jî di nava berpirsiyariyên me de ye. Di nava xebatên me de helwesteke navendî serdest e û ev yek jî rê li ber kêmasiyan vedike. Divê em girêdayî paradîgmaya xwe xwecihiyê esas bigirin û qadan birêxistin bikin û xwe bigihînin zêdetir jinan. Şaş e ku em xebatên xwe li ser navendîbûnê bi rê ve bibin. Di qada jinan de û bi taybetî jî di perwerdeyê de pirsgirêkên cidî hene. Li şûna ku em pirsgirêkan eşkere bikin û tedbîrên hewce bigirin, piştî ku pirsgirêk rû didin em li çareseriyan digerin. Dîrokeke me ya 50 salî û gelek afirînerên me hene. Lê belê pirsgirêka me ya bingehîn ew e ku em di pirsgirên heyî de zêde kûr nabin. Felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ji hemû cîhanê re bûye mînak û lê belê di mijara pêkanîna vê felsefeyê de kêmasiyên me hene. Em dikarin nêzîkatiyên serkî derbas bibin û têkoşîna xwe xurttir bikin.’’ 

‘DIVÊ EM PERGALA XWE JI XWECIHÎ BER BI NAVENDÊ VE AVA BIKIN’

Rojnamevan Songul Omurcanê jî di pêşkêşiya xwe ya têkildarî ‘Çareseriya pirsgirêkên avakirinê’’ bal kişand ser van xalan: ‘’Pêkanîna şoreşê û başnirxandina pêvajoyê şert e lê belê divê were em li ser wateyên têgehên ku em bi kar tînin û pêkanînan wan bifikirin. Parvekirin û dilsoziya ji bo rêgezên berpirsiyariyê bihêzbûnê hewce dike, lê belê di vê mijarê de kêmasiyên me hene. Di rehên me de komunalîzm û parvekirin hene. Divê em vê yekê ji nû ve pêk bînin û wate û pratîka wê kûrtir bikin. Pirsgirêk û çareserî di nava hevûdu de ne, divê em girêdayî pirsgirêkê li çareseriyê bigerin.  Ger em pergala xwe li ser komunan ava bikin,wê demê divê em rast fêm bikin ku komun çi ne û tên çi wateyê. Weke ku Rêbertî jî anî ziman, divê em komun ji xwecihiyê ber bi navnedê ve rasterast girêdayî demokrasiyê bên avakirin. Di qadên weke dipomasiya çandî de  avakirina meclîsên komunan hewcehiyeke mezin e. Kêmasiya komunan pirsgirêkeke cidî ye.’’

Omurcanê diyar kir ku pirsgirêkên di warên perwerde û akademiyê de li pêşiya veguherînê asteng in û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êdî em ne piştevanên şoreşê rasterast pêşengên şoreşê bin. Lê belê di warên perwerde û xwepêşxistinê de kêmasiyên me hene. Hewce ye em pirsgirêkên xwebaweriyê çareser bikin û xwe perwerde bikin û îradeya xwe nîşan bidin.’’

Piştî pêşkêşiyan beşa pirs û bersivan hate lidarxistin û piştre jî jin têkildarî pirsgirêkên  jinûveavakirinê  axivîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman.

Piştre jî têkildarî şoreşa jinan ya li Rojava û têkoşîna jinan ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşketî sînevîzyonek hate nîşandan.  

Piştre Endama Kongra Starê Jiyan Hisên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bû û axaftinek kir. 

Rûniştina duyemîn a konferansê bi atolyeyên xebatên jinan berdewam kir.

LI SER 32 XALAN BIRYAR HATE DAYÎN

Girêdayî pêşniyar û tespîtên ku di encama nîqaşên xebatên atolyeyê de derketine holê, danezaneke ku ji 32 xalan pêk tê hate amadekirin. Biryarên Konferansa Jinûveavakirinê bi vî rengî ne:
*Jinûvenirxandin û birêxistinkirina înîsiyatîf, komun û meclîsan

*Ji bo avakirina komunên qadan avakirina meclîsên bajaran ên ji nûnerên komunan

* Di kongreyan de xwegihandina hemû jinên li vî bajarî, girêdayî hewcedariyên jinan standina biryaran û pêşxistina projeyan

* Komun girêdayî potansiyel û hewcedariyên xwe xwe birêxistin dikin. Bo nimûne, ger komunek di 3 waran de hewcedar be dê xwe li gorî wê birêxistin bike (birêxistinbûna hewce, çand, perwerde, têkiliyên derve, civakî, kooperatîf, ekolojî, heq û edalet û hwd. Ev dikarin li gorî pêdiviyan werin zêdekirin.)

* Piştî meha Îlonê wê kongreyên meclîsan heya meha Kanûnê werin lidarxistin

*Meclîs û komun wê du salan carekê kongreyên xwe li dar bixin û salê carekê jî civînên giştî li dar bixin

*Girêdayî eyalatan dê têkiliyên derve,  berdevkên perwerdeyê û komîte werin avakirin

*Dê hemû komun û meclîs li gorî xwe plansaziya xwe ya salane ava bikin û pêşkêşî YJK-E’yê bikin
*Divê komele veguherin navendên cazib. Bi taybetî jî divê hemû komele xîtabî jin, ciwan û zarokan bikin û divê li gorî vê yekê dîzayn û sererastkirin werin kirin.

*Ji bo birêxistinbûna jinên ciwan di vê di komunên jinan, inîsiyatîf û meclisan de cih bidin birêxistinbûnan jinên ciwan û xebatên zêde werin kirin

* Divê li hemû qadên komun, meclîs û înîsiyafên me girêdayî derfetan bi bingeheke Kurdistanî werin avakirin

* Pêşxistina xebat platforman ya li gel jinên ji gel û baweriyên cuda. Divê komun, meclîs û înîsiyatîf vê yekê esas bigirin û li qadên xwe vê yekê bi hêz bikin

* Divê li qadên xwecihî nûnertiya çapemeniyê ya jinan bê avakirin 

* Divê di hemû civînan de xebatên avakirinê weke rojeveke taybet bê nirxandin

*Divê di meclîsan de helwesteke tevahî bê avakirin

*Girêdayî biryar û planên konferansê divê hemû qad xebatên avakirinê bidin destpêkirin

Têkildarî qada civakî:

*Ji bo alikariya burokratîk û hiqûqî ya ji kesên koçî Ewropayê dikin re divê girêdayî meclîsan komîsyonên şêwirmendiyê werin avakirin

* Girêdayî qadên civakî divê li herêmên xwecihî proje bên pêşxistin û komîsyon werin birêxistinkirin

*Ji bo komîsyonên civakî divê rêxistinbûnên pîşeyî werin kirin (bo nimûne parêzer, bijîşk, pedagog hwd.)

Têkildarî xebatên perwerdehiyê:

*Divê di hemû komun, meclîs û înîsiyatîfan de bi awayekî perîyodîk perwerde werin dayîn (perwerdeyên têkildarî tenduristî, hiqûq, psîkolojîk, têkiliyên dayik- zarokan, pedagog û hwd)

*Divê li qadên herêmî perwerdeyên zimanê dayikê werin birêxistinkirin 

* Ji bo pêşketina hişmendiya welatparêziyê divê kampên dayik û zarokan zêdetir werin lidarxistin û kampên heyî werin bihêzkirin

* Divê perwerdeyên têkildarî mêran werin zêdetirkirin

* Divê li gel malbatên hevalên me yên dixebitin perwerdeyên têkildarî jiyana wekhev werin dayîn 

*Divêli gel komun, meclîsên girêdayî YJK-E’yê, berdevkên înîsiyatîfan, federasyon û hevserokan salê du caran perwerdeyên hevpar werin dayîn  
 

* Divê li hemû qadan salê carekê kampên jin û zarokan werin lidarxistin

*Divê xebatên weke panel û semîneran werin lidarxistin

*Têkildarî jinên ciwan divê aktîvîteyên civakî û sportîf werin lidarxistin 

* Divê têkildarî pirsgirkên koçberiyê yên malbatî, nasnameyî û çandî komxebat werin lidarxistin

Têkildarî xebatên têkiliyên derve:

 * Divê li cihên ku lê xebatên têkiliyên derve hene, werin bihêzkirin, li cihên ku lê tune ne jî komîsyon werin avakirin û di xebatan de sazîbûn û ekîpbûn were esasgirtin

*Divê têkildarî mijarên cuda rêxistinên jinan ên cuda, sazî û platformên li gel derdorên cuda werin avakirin (Li dijî şerî, li dijî mîlîtarîzmê, ekolojîk, komên penaberan hwd)

*Divê girêdayî diplomasiya gelan têkildarî avakirina torên jinên dost xebatên berfirehtir werin kirin

* Têkildarî xebatên dîplomasiyê divê li eyalet û qadan perwerde werin dayîn

Piştî ku danezana biryarê hate xwendin ji bo erêkirinê ji delegeyan re hate pêşkêşkirin.  Girêdayî hilbijartinê 32 xal hatin erêkirin.  Qebûlbûna danezanê bi tîlîlî û dirûşmeyên jinan bo coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Kongereya Avakirinê ji Berxwedana Tişrînê hate diyarîkirin  

Di dawiya konferansê de Berdevka Serdemî ya YJK-E’yê Kezîban Dogan têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da. Kezîban Dogan da zanîn ku birêxistinbûna jinan tê wateya avakirina jiyaneke nû û got: ‘’Dilê Kurdistanê li gel wan berxwedêran e. Îro hemû Kurdistan bi berxwedana Tişrînê serbilind e û li rex wan e.  Em vê konferansê di şexsê hevrê Menîce de dîyarî hemû berxwedêram dikin.  Ev, têkoşîna Kurdistanê ye; ruhê berxwedana Kobanê îro li Tişrînê ji nû ve zindî bûye. Û ev ruh wê tu caran nemire û tim li ber xwe bide.’’

Jinan bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Tişrînê’’ û bi çepik û tîlîyan daxuyaniya xwe bi dawî kirin.

Piştre jî Koma Hunera Mizgîn derket ser dikê û konferans bi dawî bû.