Konê nobedê ya ji bo Şengalê li Oldenbûrg destpê kir

Bi pêşengiya SMJÊ, NAV-YEK, MŞD, HCÊ,Hevbendiya Êzdîyên Suriyê, Navenda Çanda Êzîdxan, Kordinasiyona Gundên Bakurê Kurdistan, li bajarê Oldenbûrgê konê nobedê ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê ji bo 3 rojan destpê kir.

Îro bi pêşengtiya Sîwana Meclisa Jinên Êzîdî Kordinasyona Civaka Êzdî li navenda bajarê Oldenbûrgê li Lange Straße konê nobedê ya ji bo 3 rojan destpê kir. Çalakiya konê nobedê ya ku ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê hat lidarxistin wê ji 25’ê Sibatê heta 27’ê Sibatê dom bike. Çalakî wê roja 27’ê Sibatê bi meşeke ya bi dirûşma ‘Xweseriya Şengalê mîsogeriya parastin û ewlehiya me ye, Na ji fermanên li ser Êzidiyan re’ bi dawî bibe.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Fermana 73’an destpê kir. Di çarçoveya pandemiyê de çalakî hate kirin. Di çalakiyê de alên YBŞ, YJŞ û saziyên Êzidî hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengal’ û ‘Bijî Asayîşa Êzidxanê’ hatin qîrkirin.

Li ser navê SMJÊ, Kordinasyona Civaka Êzîdî, NAV-YEK, Meclîsa Şengalê ya derveyî welat û MLPD têkildarî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê û civaka Êzidî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku mîsogeriya jiyana azad û aram a Şengalê bi YBŞ û YJŞ’ê û dîsa qebûlkirina hikûmeta Iraqê ya xweseriya Şengalê pêkan e.

Roja duyemîn a çalakiyê wê li Înfostand saet navbera 13:00-15:00’an bê kirin û roja dawî jî wê li Schlobplatz saet 14:00’an bi dawî bibe.