Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên li Elmanyayê (KON-MED) û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) derbarê Newroza Frankfurtê ku Kurdistanî û dostên wan zêdeyî ji 160 navendên Elmanyayê beşdar bûn, daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Newroza 2025’an li seranserê cîhanê bi taybet li Kurdistanê bi awayekî coş hat pîrozkirin. Di serî de jin û ciwan bi milyonên kesên ku daketin qadan ji bo demokrasî, aşitî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qîriya. Bi mîlyonên kesên ku bi ruhê Newrozê daketin qadan, careke din nîşan dan ku tu hêz nikare li ber gelê ku bawerî bi azadiyê tîne bisekine. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo di serî de jin û ciwan, gelê me li qadên Newrozê beyana îradeyê kirin û careke din nîşan dan ku ew piştgirê Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne. Di van rojan de ku em ji pêvajoyên dîrokî derbas dibin, coşa 8’ê Adarê di qadên Newrozê de jî derket pêş û careke din hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo demokrasî û aşitiyê nebe nabe ye. Newrozên ku bi şîara “Azadiya Te Azadiya Me Ye” hatin pîrozkirin, moral û coşekî mezin dan Kurdan bi taybet jî jinan. Dîsa qadên Newrozê nîşan dan ku divê hemû hêzên gelê Kurd di nava yekîtiyê de tevbigerin.
Me jî coş û morelekî mezin ji gelê xwe girt.
Em wekî YJK-E û KON-MED’ê spasiya Şaredariya Frankfurtê dikin ku di xebatên Newroza 2025’an de nêzîkatiyekî erênî nîşan dan.
Em spasiya gelê xwe yê ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bûn dikin.
Dîsa em keda hevrêyên xwe yên jin ên ku ji bo Newroz bi awayekî xurt derbas bibe pêşengtiyê kirin, navendên xwe yên civaka demokratîk, rêveberiyên xwe yên federasyon, hemû pêkhateyan û hemû hevalên tevkariyê kirine, bi rêzdarî silav dikin. Em soz didin ku em ê bi hêz û morala ku me ji qadên Newrozê girtiye, em ê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê xwe û ji bo avakirina civaka demokratîk a di ronahiya felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de ked û hewldan bidin, bi şîara “Azadiya Te Azadiya Me Ye” giranî bidin pêvajoya pêşiya xwe û azadiya Rêbertiya xwe û li ser vê bingehê layiqê gelê xwe bibin.“