KON-MED’ê li hemberî dagirkeriyê bangî çalakiyan kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li hemberî Efrînê û dagirkeriyên din bangî meşa di 8’ê Hezîranê de kir.

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û operasyona dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê wê di 8’ê Hezîranê de li Kolnê meşek were lidarxistin.

Fed-Med NRW, Platforma Efrînê, PKAN, FEDA, NAV-YÊK, CÎK, YJK-E û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî di nav de gelek sazî pêşengiyê ji meşê re dikin.

KON-MED’ê di banga nivîskî de got ku “Dewleta Tirk êrîş, talan û hovîtiya ku li Bakurê Kurdistanê kiribû, niha jî li Başûrê Kurdistanê didomîne. Ev dagirkerî ji bo gelan tê wateya qirkirinê.”

KON-MED’ê got ku divê ev dagirkerî neyê qebûlkirin û gel rabin ser pêyan.