KON-MED'ê li dijî êrîşa nîjadperest bang kir ku dakevin kolanan

KON-MED'ê bertekên xwe nîşanî êrîşa nîjadperest a li Belçîkayê da û got: ‘’Em bang li gelê xwe dikin ku rabin ser piyan. Hemû meclîsên me hewce ye di zûtirîn demê de planên xwe çêbikin û li dijî van êrîşên nijadperest berê xwe bidin kolanan.’’

Federasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:  “Duh şev li Heûsden Zolder a Belçîkayê ji aliyê komên girêdayî faşîzma AKP û MHP’ê ve li dijî Kurdistaniyan êrîşeke plankirî pêk hat û êrîşkarên faşîst xwest ku xaniyên wan hilweşînin.’’ 

Her wiha KON MED’ê di daxuyaniya xwe de bertekên xwe nîşanî helwesta dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşên li ser Kurdan jî da û got: ‘’Em baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst e ku li hemû cîhanê mirin û qirkirina gelê Kurd ji xwe re kiriye hedef. Hewce ye bi awayekî cidî li dijî van êrîşên dewleta Tirk û têkiliyên wê yên qirêj, têkoşîn were meşandin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku rabin ser piyan. Hemû meclîsên me hewce ye di zûtirîn demê de planên xwe çêbikin û li dijî van êrîşên nijadperest berê xwe bidin kolanan. Hewce ye gelê me bizane ku em ê hisaba van êrîşan bipirsin û em şopdarê vê bûyerê ne.’’