KON-MED: Dewleta Tirk plansaziya qetlîamên mîna Parîs dike

KON-MED bal kişand ser mikurhatinên îstixbaratciyê berê yê Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn, diyar kir ku divê ji nû ve doza Qetlîama Parîsê bê verkirin. KON-MED’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk plansaziya qetlîamên nû dike.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) daxuyaniyek da û bal kişand ser mikurhatinên îstixbaratciyê berê yê Tirk Pekîn û anî ziman ku dewleta Tirk plansaziya qetlîamên nû dike.

KON-MED qala nêzîkatiya Fransa ya li hember qetlîamê kir û diyar kir ku divê hikûmeta Fransa vê mikurhatinê weke delîleke şênber bigre dest, dosyaya Qetlîama Parîsê ku rakiribû ji nû ve veke û ronî bike û got: “Divê di serî de Erdogan, hemû sûcdar bên darezandin û bi vê mikurhatinê divê hemû Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropayê dijîn ji gefên dewleta Tirk a faşîst û qirker biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk plansaziya qetlîamên mîna Parîs dike.”

KON-MED’ê anî ziman ku îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê yê dagirkerên Kurdistan û dijminê gelê Kurd ji bo qirkirina gelê Kurd temam bike, di nava lêgerînên nû de ne. Ji xwe 16’ê Sibatê îstixbaratciyê berê yê Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li xwe mikur hatibû ku Qetlîama Parîsê dewleta Tirk kiriye, diyar kiribû ku divê berê xwe bidin rêveberên saziyên Kurd ên li Ewropayê dijîn.

KON-MED’ê ev bang kir: “Divê di serî de Fransa, Elmanya û hemû dewletên Ewropayê daxwazên azadiyê yên rewa-heq ên gelê Kurd bibîne, li dijî faşîzma AKP-MHP2ê ya qirker û dagirker bibin xwedî helwest, bi girtina biryarên ku pêkanînan li ser bisepînin bixin meryetê. Divê hikûmeta Fransa ya dosya Qetlîam Parîsê rakiribû ji nû ve veke. Li dijî xebatên MÎT’ê yên li Ewropayê bikevin nava hewldanan. Berovajî tişek rû bide dewletên Ewropa berpirs in.”