Komxebata Têkoşîna li Dijî Zayendperestiya Civakî hat lidarxistin
Li Elmanyayê komxebata Têkoşîna li dijî Zayndperestiya Civakî hat lidar xistin.
Li Elmanyayê komxebata Têkoşîna li dijî Zayndperestiya Civakî hat lidar xistin.
Li bajarê Stûttgart a eyaleta Baden-Wûrttemberg ê Elmanyayê, Komuna Meryem a Jinê, YJK-E û FED-GEL'ê 'Komxebata Têkoşîna li dijî Zayendperestiya Civakî' lidar xistin.
Zîlan Diyar û Medya Botan ên li ser navê TJK-E weke qiseker tevlî komxebatê bûn, beriya destpêkirina axaftinên xwe şoreşgerên Kurd ên li Parîsê şehîd bûne bi bîr anîn.
Gulîstan Ateş ku moderatoriya komxebatê kir wiha got:
“Di komxebatê de dixwazim pêşî şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr bînim. Weke pêwîtiya girêdana bi hemû şehîdan re ku di encama nirxên ku avakirine de komxebat pêk tê, em soza xwe ya berdewamkirina têkoşînê dubare dikin.”
Navaroka nirxandina Zîlan Diyar û Medya Botan ên komxebatê bi vî rengî ne:
"Guhertina sîstema koledar a ji aliyê zîhniyeta baviksalariyê ya bi hezaran salan ve hatiye avakirin, bi qasî tê xuyakirin hêsan nîne. Ji bo vê têkoşînek bênavber, bi hêz û bi zanebûn hewce dike. Rêber Apo rastiya desthilatdariyê eşkere kir. Şehîd Sara, Bêrîtan, Sema û gelek hevrêyên din ên ku li dijî sîstema desthilatdar têkoşiyan, rêya me ronî kirin. Cudahiya me ji Tevgera Femînîst a ku îro gelek xebatên jinan dimeşîne, ew e ku em li hemberî vê pirsgirêkê xwedî alternatîfin. Di vir de zanista jineolojiyê ji bo me û têkoşîna me bû ronahiyeke gelekî xurt."
Piştî pêşkêşkirinan beşdar li ser esasê sê koman hatin dabeşkirin û li ser desthilatdarî û xirabûna têkiliyên jin-mêr atolye hatin lidarxistin.
Di atolyeyan de hat diyar kirin ku divê mîrateya ku di encama têkoşîna 50 salan de hatiye bi dest xistin hê bêhtir bê jiyanîkirin û hat destnîşan kirin ku ev yek encax bi têkiliyeke rast a jin û mêr pêkan e.
Komxebat bi dirûşmeya “Jin- Jiyan, Azadî” bi dawî bû.