Komploya navneteweyî li Lavrîoyê hate şermezarkirin
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meşa bi tevlîbûna sedan kesî ji pêşiya kampa Lavrîoyê destpê kir posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî hatin qîrkirin, têkildarî komployê belavok belav kirin. Welatiyên bajar jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşê. Meş li qada bajar veguherî mîtîngekê.
Li vir li ser navê TCŞ Serhet Erzirom axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî vîna gelê hejar kir hedef. Erzirom destnîşan kir ku komplo bi berxwedana Îmralî hate valaderxistin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.