Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi pêşengiya Defend Kurdistan, Meclîsa Jiyan a Jin û Meclîsa Gel a Kurd a Kielê meş hate lidarxistin.
Girse li Ettenhof Kauflandê li hev civiyan û piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest bi meşê kirin.
Çalakvanan di dema meşê de daxuyanî dan û diyarkirin ku ew dixwazin 15’ê Sibatê ku ji bo Kurdan rojeke reş e, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re tacîdar bikin û wiha got: “Ji ber ku azadiya Rêber Apo çarseriya pirsgirêka Kurd e. Pêvajoya ku Rêbertiya me pêş xistiye, ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hêvî ye. Ji ber vê yekê divê em hemû piştgiriya pêvajoya ku Rêbertiya me pêş xistiye bikin û ji bo bigihije serkeftinê her tiştê bikin.”
Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Meşa protestoyî ku nêzîkî 7 kîlometre dewam kir, li Hauptbahnhofê bi dawî bû.