Komkujiya Helepçe li Freîbûrgê hate protestokirin

Li bajarê Freîboûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina Komkujiya Helepçe û bîranîna şehîdên Helepçeyê çalakiyek hate kirin.

Li Kartoffelplatez a li navenda bajarê Freîboûrgê bi çalakiya hate kirin Komkujiya Helepçe şermezarkirin û ji bo şehîdên Helepçeyê jî deqeyek rêz hate girtin.

Piştre daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi qasî rejîma Seddam a ji Komkujiya Helepçeyê berpirs gelek hêzên navneteweyî yên destek dayîn jî berpirs in. Heta niha hê ti berpirs hesab jê nehatine xwestin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Helepçeyê ji bîr nakin’ bi dawî bû.