Komîsyona YE'yê hişyariya nîjatperestiyê li 5 welatan kir

Komîsyona YE'yê aşkere kir gelek welatên endam di têkoşîna dijî nîjatperestiyê û sûcên înkarê de kêm dimînin û xwest ku yasayen têkilî nîjatperetiyê û dijminatiya li biyaniyan bêkêmasî werin bicihanîn.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, ji ber ku di têkoşîna dijî nîjatperestî de kêm dimînin rexne anî ser Belçîka, Fînlandiya, Swêd, Bulgarîstan û Polonyayê.

Von der Leyen name ji van wealtan re şand û bang kir biryar ku 2008'an hatî qebûlkirin ku nîjatperestiyê-dijminatiya li biyanan ceza dike, entegreyî yasayên netewî were kirin û bicihanîn.

Di biryara YE'yê de tê gotin, ''Li hemû welatên YE'yê çalakiyên giran ên têkilî nîjatperestî û dijminatiya li biyaniyan bi cezayên karîger, birêje û jêdûrket têne cezakirin.''

Li gel biryara navborî ya YE'yê ku  Cotmeha 2020'an Estonya û Romanya jî hatiye hişyarkirin Seroka Komîsyonê bal kişande ser Belçîka û Bulgarîstanê, îşaret pê dke li van welatan di sûcan de heke nîjatperestî û dijminatiya li biyaniyan bib meyle divê cezayê giran were dayin.  Ursula von der Leyan li Bulgarîstan, Fînlandiya, Swêd û Polonya jî ji ber ku rêgeza darizandina gotinên ku pesnê Qirkirina Yahûdiyan didin, înkar dikin an jî kêm nîşan didin li nav yasayên netewî nîne, rexneyê tîne ser van welatan.

Von der Leyen di mînaka Fînlandiyayê de ji ber ku sûcên nîjatperestiyê û bi dijminatiya biyaniyan tenê dema ku mexdûr gilî dikin têne darizandin, helwestê nîşan dide.

Welat di nav herî dereng di nav 2 mehan de bersivê bidin nameya komîsyonê an na wê pêvajoya Dîwana Edelatê ya Ewropayê sazkar bibe.