KOMAW: Ji bo azadiya Rêber Apo em beşdarî mîtînga li Kolnê bibin
KOMAW’ê daxuyaniyek da û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdistanê em beşdarî mîtînga li Kolnê bibin.”
KOMAW’ê daxuyaniyek da û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdistanê em beşdarî mîtînga li Kolnê bibin.”
KOMAW’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku gelek derdoran her ji niha ve diyar kirine ku wê beşdarî mîtînga navendî ya 17’ê Sibatê bibin. KOMAW’ê got: “Bê guman berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê malbatên şehîdan. Ji ber ku malbatên şehîdan di vê têkoşînê de berdêla herî mezin da ne. Bê guman xwediyê vê têkoşînê Rêber Apo ye. Lê divê em jî xwedî li vê têkoşînê derbikevin û tevlî bibin. Ne tenê em; em hewl bidin cîran, dost û kesên demokrat jî beşdarî vê meşê bikin.”
Di daxuyaniyê de ev peyam jî hate dayîn: “Em bang li hemû Kurdistaniyên welatparêz, demokrat û dostan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdistanê vê meş û mîtîngê bibin.”