KOMAW'ê êrîşên li ser şehîdgehan şermezar kir

KOMAW'ê bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser şehîdgehan û bang li dewletên Ewropayê kir û got, ''nebin hevkarê barbariyê''.

Saziyan Malbatên Şehîdan û Windayan a Ewropayê (KOMAW) li ber stesyona trênê ya Dortmundê êrîşên dewleta Tirk ên li ser goristana şermezar kir.

'ÇAVNEBARIYÊ LI MIRIYAN JÎ DIKIN'

Di daxuyaniyê de ya li ser navê KOMAW'ê hate gotin, ''Dewleta Tirk a dagirker a faşîst çavnebariyê li gorên miriyan jî dike.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji Osmaniyan û vir ve dewleta Tirk komkuj e, êşkencekar e, niha jî ev gerdîşe bi deshilata AKP-MHP'ê re didome.

Her wiha hate gotin êrîşên li ser cenazeyan û goristanan ne tenê li Bakurê Kurdistanê rû dide, li Rojava û herêmên Başûr jî êrîşên dagirker û komkuj didome, li Libyayê jî çete li ser kar in.

KOMAW'ê bang li dewletên Ewropî kir û got, ''Têkiliyên xwe yên leşkerî, bazirganî yên bi dewleta Tirk bidin ber çavan. Ji vê barbariyê re bibêjin, ''raweste'', nebin hevkarê vê barbariyê.''