KOMAW’ê Cejna Remezanê pîroz kir

KOMAW’ê Cejna Remezanê pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya aşitî, xwişk-biratî û aramiyê.”

Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir. KOMAW’ê diyar kir ku cejn yekîtiyê û hestên xwişk-biratiyê xurt dikin û got, “Em bi hev re aramî û kêfxweşiya Cejna Remezanê dijîn.”

KOMAW’ê bi wesîleya Cejna Remezanê şehîdên leheng ên ku ji bo nirxên pîroz canê xwe feda kirin bi minetdarî bi bîr anî û wiha got: “Em Cejna Remezanê li gelê me yê welatparêz û tevahiya cîhana Îslamê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd û malbatên hêja yên şehîdan pîroz dikin."

KOMAW’ê xwest ku cejn bibe wesîleya aşitî, xwişk-biratî û aramiyê.