KOMAW’ê banga tevlîbûna meşa 11’ê Çileyê kir
KOMAW’ê Komkujiyên Parîsê şermezar kir û banga beşdarbûnê li meş û mitînga ku wê di 11’ê Çileyê de li Parîsê bê lidarxistin kir.
KOMAW’ê Komkujiyên Parîsê şermezar kir û banga beşdarbûnê li meş û mitînga ku wê di 11’ê Çileyê de li Parîsê bê lidarxistin kir.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi wesîleya salvegera komkujiyên Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013 û 23’ê Kanûna 2022’an de bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat, daxuyaniyekî nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Du komkujiyên hovane ku li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve li dijî welatparêz û pêşengên bijarte yên gelê Kurd pêk hatin, di bîra tevahiya raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê de ye.
Komkujiya yekemîn di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat û 3 şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.
Komkujiya duyemîn di 23’ê Kanûna 2022’an de pêk hat û şoreşgera Kurd Evîn Goyî, hunermendê welatparêz Mîr Perwer û welatparêzê Kurd ê kedkar Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.
Em ev du komkujiyên ku berdewamiya qirkirinê ye bi nefretekî mezin şermezar dikin û şehîdên xwe bi hest û hizrên herî jidil bi bîr tînin.
Lê em şermezarkirina hevkar û kujerên qirker û bîranîna şehîdan bi tenê têrker nabînin û em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybet malbatên şehîdan dikin ku bi hemû derfetên xwe hesap ji van hêzên dijminê Kurd û mirovahiyê bipirsin. Her wiha weke pêwîstiya dilsoziya bi şehîdan re heta ku Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin, bi ruhê serhildanê zêdetir berxwedanê birêxistin bikin û mezin bikin.
Ji ber vê yekê em bang li malbatên şehîdan, gelê xwe yê welatparêz û dostên wan dikin ku beşdarî meş û mîtînga ku di 11’ê Çileya 2025’an de li Parîsê bê lidarxistin û beşdarî hemû çalakiyên di vê çarçoveyê de bibin.”