Koma Pêşverû ya Mercosûr piştgirî da gelê Kurd
Koma Pêşverû ya ji komên nûnerên ParlaSûr a argana zagûnsaz a Mercosûr a yekîtiya aborî ya welatên Emerîkaya Latîne li dijî zext û zoriya li ser gelê Kurd ragihand ku piştgiriyê dide gelê Kurd.
Koma Pêşverû ya ji komên nûnerên ParlaSûr a argana zagûnsaz a Mercosûr a yekîtiya aborî ya welatên Emerîkaya Latîne li dijî zext û zoriya li ser gelê Kurd ragihand ku piştgiriyê dide gelê Kurd.
Koma ji endamên Parelentoya Mercosûr (ParlaSûr) a yek ji organê zagûnsaz a Mercosûr ya sûka hevpar a Emerîkaya Latîn a Venezûela ye, li dijî desteserkirina şaredariyan peyama piştevaniyê da.
Li gorî peyama ji aliyê Koma Pêşverû ya ji komên ParlaSûrê pêk tên ev hate gotin: “Koma Pêşverû li dijî zext û zordariya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a dest danî ser vîna gelê Kurd a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye.
Di rojên borî de Parlementerên HDP’ê Gora Paylan û Ebrû Gunay di serdanên xwe yên li Emerîkaya Latîn serdana sazî û parlementoya me kir û di van hevdîtina de li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û polîtîkayên zextê em agahdarkirin. Di encama van polîtîk û zextê de hevşaredarên Amedê Serlçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji erkê hatin girtin.
Em didin nîşandan ku piştevaniya gelê Kurd dikin. Weke Parlemento di çarçoveya diyalogên me yên bi nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re em ê şopdarê vê krîza hikûmeta Tirkiye dayî çêkirî bin, ji bo derbaskirina vê krîzê destekdayîna xwe dubare dikin.”