Koma ji Viyanayê hat, Nobeta Azadiyê dewir girt

Koma ji Viyanayê hat, di hefteya 557’emîn a nobetê de ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e, dewir girt.

Nobeta Azadiyê ku ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ta bi niha ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser, 557 hefte ne li bajarê Strasboûrg ê Fransayê berdewam e, ji aliyê komê ve ku ji Viyanayê hat, dewir hat girtin.

Di nav koma ku ji Viyanayê hat û nobet dewir girt de, Ozan Şêxanoglû, Yektan Hîlwan û Bavê Metîn Kobanê cih digirin.

Berdevkê komê Ozan Şêxanoglû ku got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya hemû gelan e, destnîşan kir ku divê hemû gel, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re azad bikin. Şêxanoglû, bang li Yekîtiya Ewropayê û Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê kir û wiha axivî: “Rêbertiya me, 24 sal in tecrîdkirî ye, du sal in ku tu haya me jê çênabe. Bi salan e em li ber Konseya Ewropayê ne. Ewropa lal e, nabîne. Durû ye. Em dixwazin ku demildest haya me ji Rêbertiya me çêbibe.“

Şêxanoglû sersaxî ji gelê Kurd û gelên din re xwest ku erdhej li wan rabûye û bang li gelê Kurd kir ku ji bo mexdûrên erdhejê bibe piştgir.

Şêxanoglû, dawiyê got: “Di xeta Rêbertiyê de em ê xelekekê çêbikin û sala 2023’yan Rêbertiya xwe azad bikin.“