Koma ji Dusseldorfê çalakiya Nobeta Azadiyê dewr girt
Ji sala 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya Nobeta Azadiyê tê lidarxistin. Di hefteya 623’yan a çalakiyê de, koma Dusseldorfê nobet dewr girt.
Ji sala 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya Nobeta Azadiyê tê lidarxistin. Di hefteya 623’yan a çalakiyê de, koma Dusseldorfê nobet dewr girt.
25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Nobeta Azadiyê hate destpêkirin. Nobet di hefteya 623’yan de didome.
Her hefteyê komên Kurd û dostên wan nobetê dewr digirin. Di hefteya nû de koma ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê ya Elmanyayê hatî, nobet dewr girtin.
Huseyîn Aydin, Senar Kûtlû, Mazlûm Amed û Cemal Xelîl di komê de cih digirin.
Koma nû ya çalakiyê ev daxuyanî da: “Ev ne tenê çalakiyek e, ev di heman demê de dadgehek e. Em 12 sal in li Ewropayê dewleta Tirk û saziyên Ewropayê yên ku hevkarê sûcên wê ne, didarizînin.”