Koçak ê ku ev 25 roj in di grevê de ye: Min berxwedan hilbijart!

Koçak ê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got, ''Berxwedan jî û bêdengman jî tercîhek e ku piştre mirov wê hesab bi xwe re bîne'' û got li bara bedên ku her roj diheliyan wî jî berxwedan hilbijartiye.

Em bi çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Alî Koçak re axivîn, ku ev 25 roj in di greva li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê di greva birçîbûnê de ye. Koçak 52 salî ye û bavê 6 zarokan e.

JIYANA LI SIRGÛNÊ

Koçak bi eslê xwe ji gundê Alanyazî ya Mazgir a Dersimê ye, ji 2006'an ve li gel malbatê li Swîsre sirgûnê dijî. Koçak ji ber zext û gefên kuştinê yên dewletaTirk neçar dimîne ku ji welêt derkeve û jiyaneke sirgûn bijî.

Koçak dema ku tê Swîsreyê jî ti caran ji têkoşînê namîne, tevlî hemû çalakiyan dibe û niha jî ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin bedena xwe daye ber birçîbûnê.

EW NEBÊJE JÎ BEDENA WÎ DIHELE

Koça di roja 25'an a greva birçîbûnê de ye, Koçak her çendî bibêje rewa wî baş e jî mirov dikare bibîne ku bedena wî dihele, Koçak wiha dibêje, ''Di rewşeke wiha de ku rewşa hevalan ji qonaxa krîtîk derbas bûye, ne rast e ku em behsa tendiristiya min bikin.''

'MIN NIKARÎBÛ BÊDENG BIMÎNIM'

Koçak wiha got bê ka çawa biryara li ser vê çalakiyê daniye: ''Çalakiya Leyla Guven û hevalên din ji çapemeniyê min pir dişopand. Her roj ji televizyona ndema ku min temaşeyî lê dikir ku bedena hevalên me dihele, gelekî zor li min dikir ku min tiştek nedikir. Di rewşeke wiha de ku hevalê me ber bi şehîdbûnê ve diçûn, min nema ragirt ku ez tiştekî nekim. Tam wê demê, bi vîna xwe min jî biryar li ser da ku bibim parçeyek ji vê çalakiyê û li rex hevrêyên xwe bim.

Dema ku min ev biryar dayî min bi malbata xwe re par ve kiribû. Malbata min jî li bara biryara min got, ''em li bara vîn û biryara de hurmetdar in û destekê didin te'' û li cem min sekinîn. Hatin serdana min jî û her carê desteka xwe gotin.''

''ÇALAKIYA ME LI DIJÎ DIJMIN SERHILDAN Û JI BO GELÊ ME BANGEK E'  

Koçak li ser pirsa bê ka çi bû sedem ku vê çalakiyê bike wiha dibêje: ''Rêbertiyek heye ku me heyî dike. Me xwe bi Rêbertî nas kir. Berê me dizanîbû ku em Kurd in lê me nedizanî bê ka em Kurdên çilo ne. Bi Rêbertî me hebûna xwe baştir nas kir. Rêbertî xeta me ya sor e. Rêbertî ne tenê lîderê me Kurdan e, yê tevahiya mirovahiyê ye, ya girîng jî lîderê hemû çewisandiyan e. Îro ev 20 sal in li ser lîderê gel tecrîdek heye, nexasim van 3 salan hemû maf ji dest hatine standin. Ne dikare malbata xwe û ne jî dikare parêzerê xwe bibîne. Ev mafên sereke ne. Mafên ku her girtî divê jê sûd werbigire îro ji bo lîderê civakeke zêde têne dîtin. Ev maf li hemû cîhanê mafên sereke ne lê li Tirkiyê ji dest mirovan têne standin. Mixabin, dijminekî wiha barbar li pêşberî me heye, ji xwîna Kurdan û ji tecrîda li ser Rêbertia me dixwe û li ser piyan dimîne.''

Dema ku ji hêla siyaesî ve maf hatin qedexekirin, vegotina ramanê dema ku bi temamî hate qedexekirin û ti rêyeke dî ji civakekêre nehate hiştin, bi teqezî berxwedan bi rengekî didome. Grevên birçîbûnê ku îro bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û li gelek deveran berbelav bûyî, tam jî li dijî dijmin serhildan û nîşaneya dilsoziya me ya bi rêbertî re ye.''

'DEV JÊ BIQERIN KU TENÊ ME TEMAŞE BIKIN'

Koçak got divê li bara tiştên ku têne jiyîn divê kes bêdeng nemîne û domand, ''Êdî gelê Kurd divê bi ser xwe ve were û xwe bide ser hev. Li bara wê hişmendiya ku mirinê layiqî me dibîne dema wê ye ku bi tevahî em li ber xwe bidin. Me bedena xwe da ber mirinê û rêya berxwedanê hilbijart, ne dema wê ye ku me temaşe bikin û li ser me xemgîn bibin, gelê me divê dev ji vê biqere. Divê dev ji temaşekirinê biqerin, cihê ku lê bisekinin divê tengala me be, ango divê eniya berxwedanê be. Heke em bi hev re tevbigerin, em bi hev re xurt in.''

'BERDÊL HEWCE BE EZ AMADE ME BIDIM'

Koçak got berdêla wê çi dibe bila bie, bi berxwedana heyî wê tecrîdê bişkînin û wiha bang li Kurdan û dostên wan kir: ''Berxwedaniyek heye rast e, lê ev ne bes e. Ji gelê me yê li Ewropa, welatparêz, xebatkar, dostên me hêviyên me hene. Em dikarin van çalakiyan geştir bikin. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin. Bes ku em berxwedanê geş bikin. Em jixwe hazir in ku berdêlê bidin.''

'ÊN KU  LI BER XWE DIDIN WÊ BI SER BIKEVIN'

Dema ku em ji cem Koçak veqetiyan jî Koçak bi bezê hate cem me û wiha got: ''Min ji bîr kir ku slavan li hevalan bikm. Ji kerema xwe vê jî lê zêde bkin. Bi navbeynakariya we, hemû hevalên ku li ber xwe didin bi hezkirin slav dikim û wan hembêz dikim. Ez bawer dikim, ên ku li ber xwe didin wê bi ser bikevin.''