Koça Kurdan a ber bi Elmanyayê ve: Koçberên koçberan
Kurdên ku bi hêviyên mezin koçî Elmanyayê kirin, li nêzîkatiyên dijminane rast hatin. Kurdên ku xwe gihandina Elmanyayê jî bûn hedefa saziyên dewletê û komên din ên koçber.
Kurdên ku bi hêviyên mezin koçî Elmanyayê kirin, li nêzîkatiyên dijminane rast hatin. Kurdên ku xwe gihandina Elmanyayê jî bûn hedefa saziyên dewletê û komên din ên koçber.
Salên dawî ji çar parçeyên Kurdistanê ber bi Eewropayê û welatên bakurê Emerîkayê (DYE û Kanadayê) koçeke zêde heye. Bi sed hezaran mirov welatê xwe diterikînin û li qadeke nû ya jiyanê digerin. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Rojava, ji Başûr, li Îran û Tirkiyeyê jî ji ber zextên dewletê ji Rojhilat û Bakur bi hezaran Kurd koçî Ewropayê û welatên Bakurê Emerîkayê dikin.
Kurdên ku berê xwe didin van welatan ku dibêjin ji aliyê siyasî û aborî ve 'azadîparêz e' ji aliyê şexsî ve bi hêviya alîkariya malî, stargeh û dermankirinê koç dikin. Lê belê hem li ser rêya koçberiyê hem jî li welatên xwe ku xwe digihînin wan deveran li gelek pirsgirêkan rû bi rû dibin.
Ev nivîs wê giraniyê bide ser kiryarên li Elmanyayê, li Ewropayê yên li dijî penaberan ku ji ber sedemên polîtîk û aboriyê ji Kurdistanê koçî Ewropayê kirine.
DI SERLÊDANÊN PENABERIYÊ DE LI ELMANYAYÊ REWŞA HEYÎ
Li gorî daneyên Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) Elmanyayê Sibata 2024'an 19 hezar û 494 serlêdanên penaberiyê wergirt, îsal heta niha 47 hezar û 90 serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Ofîsa Federal di nava vê salê de têkildarî 54 hezar û 705 serlêdanên penaberiyê biryar (qebûl-red-terikandina welêt) da.
Di navbera mehên Çile-Sibata 2024'an de 50 hezar û 779 kesan li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirin. Li gorî heman dema sala derbasbûyî (54 hezar û 333 serlêdan hatin kirin) ev hejmar di asta ji sedî 13.3 de kêm bûye. Di sala 2024'an de 2 hezar û 786 zarokên li Elmanyayê ji dayik bûn ên kêmî yek salî hate kirin. Di nava welatên ku li Elmanyayê herî zêde serlêdan kirin de Sûriye, Tirkiye, Efganistan, Iraq û îran di rêzên destpêkê de ne. Di demên Çile-Sibatê de ji Sûriyeyê 14 hezar û 24, ji Tirkiyeyê 7 hezar û 649, ji Efganistanê 6 hezar û 679, ji Iraqê hezar û 849, ji Îranê jî hezar û 261 kesî serlêdana penaberiyê kirin.
Di daneyên Daîreya Penaber û Koçê ya Federal a Elmanyayê de têkildarî nasnameya etnîkî ya penaberan de dane nîne. Dane li gorî kategoriya welatan hatine eşkerekirin. Lê belê li gorî van daneyan Efganistan ne di nav de piraniya penaberên ji Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê hatine Kurd in, ku texmînkirina vê yekê zehmet nîne. Ji xwe li van her çar welatan jî Kurd di bin êrîş û bombardûmana dewletan de ne, êrîşên bi SÎHA'yan, ambargoya xurek û derman, gefa darvekirinê, zextên bi vî rengî li wan têne kirin.
ZOR Û ZEHMETIYÊN DI DEMA RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ DE
Penaberên ku ji zexta dewletê direvivn li şert û mercên zehmet ên koçberiyê rast tên. Bi taybetî penaberên ji Kurdistanê hatine ya li deryayê ya jî li bejahiyê di rêyên zehmet ên koçberiyê de derbas dibin. Sînorê Tirkiye-Yewnanistanê, Derya Spî, sînorê Polonya-Belarûs, Bosna Hersek-Macaristan-Polonya-Çekya penaber ji gelek herêmên sînor derbas dibin, delwet jî li şûna ku bi çavê mirovan li wan binihêrin, weke 'dijmin' ê ku divê li dijî wan têkoşîn bê meşandin tevdigerin. Di nava van penaberên ku bi çavê 'dijmin' li wan tê nihêrîn, rewşa jinê hîn girîng e. Koçberî bi xwe zehmet e, lê ji bo jinan hîn zehmet dibe.
Prof. Neşe Ozgen zor û zehmetiyên ku jin di rêwîtiya koçberiyê de dikişînin bi van gotinan tîne ziman: "Li ser rêya koçberiyê jin weke mal tê dîtin. Bi dîtina min ev gelekî girîng e. Ev nêrîn dike ku bi çavê mirovan li jinê nenihêrin, ji mafên mirovan bêpar tê hiştin; ji kirînê heta bi destdirêjî û kirêkirina ji bo destavêtinê, heta bi xebitandina mîna koleyeke malê, ji her alî ve weke mal tê dîtin. Lewma dema qala mafên mirovan tê kirin divê mirov bi taybetî qala rewşa jinê ya di penaberiyê de bike."
LI ELMANYAYÊ DIJMINATIYA LI BIYANIYAN ZÊDE DIBE
Kurdên ku li Elmanyayê serlêdana penaberiyê dikin hem rastî zexta rastgiriya tund a li Elmanyayê tên hem jî dibin hedefa êrişa nijadperest a komên din ên biyanî û penaber. Detayên li ser civîneke rastgirên tund, parlamenterên partiya faşîst AfD û karsazan a Mijdara 2023'an a li Potsdamê di çapemeniyê de hate weşandin ku vê yekê asta dijminatiya li biyaniyan rast pêş çavan. Dijminatiya li penaberan di zêdebûna dengên AfD'ê de xwe nîşan da. Şandina biyaniyên welatîbûn bi dest xistine plansazî û armanca rastgiriya tund nîşan da. Pratîkên dijberiya li penaberan a li kampan û navendên polîsan ên biyanî, nêzîkatiya xemsar a li pêşberî serlêdanên penaberiyê, bicihkirina malbatan li kampên ji hev dûr, derengxistina karên penaberan nîşan dide bê asta rastgiriya tund çiqasî bilind bûye.
Mînak li Verder Havel a Potsdamê li navenda polîsan a biyaniyan penaberên ku dixwazin karekî xwe pêk bînin havîn-zivistanê di serê sibehê de dikevin rêzê, lê belê Elmanekî rengê wî spî bêyî ku bisekine yekser dikeve hundir û karê xwe dike.
Li gel dijminatiya li biyaniyan a faşîstan û rastgiriya tund, her wiha dijminatiya biyaniyên li welêt a li dijî Kurdan di asta nijadperestiya dij bi Kurd de ye. Akademîsyen Çînûr Ghaderî û Sther Almstadt têkildarî Kurdên ku bi salan e li Elmanyayê ye di çarçoveya pirsên 'Gelo der barê vê komê de çi tê zanîn? Li Elmanyayê têkildarî nijadperestiyê çi tecrûbe hene û medya Kurdan çawa dike nûçe?' ji bo MEDIENDIENST'ê raporek amade kirin. Tespîtên destpêkê yên lêkolînê jî balê dikişînin. Nêzî temamiya beşdarên vê lêkolînê diyar kirin ku li dijî Kurdên li Elmanyayê xwedî tecrûbeyeke nijadperestî û cihêkariyê ne. Kurd û tecrûbeyên wan bi giranî li Elmanyayê ji nedîtî ve tên.
Li Elmanyayê medyaya navendî Kurdên li Elmanyayê bi giranî bi sûc û tundiyê dike nûçe. Bûyerên ku diqewimin jî kiryarên li dijî penaberên Kurd ên li kampan radixin pêç çavan. Mînak par li paytexta Elmanya Berlînê li kampa Tegelê ku li qada berê ya balafirgehê hatiye avakirin, êrîşeke nijadperestî li penaberên Kurd hate kirin. Êrîş bi gotina 'Em Kurdên kafir, Kurdan naxwazin' hate kirin. Di bûyerê de 6 penaberên Kurd birîndar bûn. Ewlekarên Ereb ên kampê jî êrîş birin ser penaberên Kurd. Dara Dildar ê ji Dihokê hat Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kir, di Adara 2024'an de ji aliyê çeteyekê ve hate kuştin. Ji ber ku serlêdanên penaberiyê yên Kurdan bêhincet têne dirêjkirin, di nava sala dawî de li bajarên cuda yên Elmanyayê bûyerên xwekuştinê rû dan. Sala dawî ji Amedê Mehmet Saît Polat û Îrfan Koçer, ji Cizîra Botan Gokhan Kûmek, ji Qoserê Hogir A. ku hate îdîakirin întihar kiriye, lê belê nehate eşkerekirin, jiyana xwe ji dest dan.
LI KAMPAN BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ
Mehmet Saît Polat ê bavê 7 zarokan ê ji Sûr a Amedê ku sala 2013'an li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kir, li kampa li bajarê Erfûrtê dawî li jiyana xwe anî. Gokhan Kûmak ê 35 salî yê li kampeke li Kasselê dima, ji Cizîra Botan hatibû. Ji ber kiryarên rêveberiya kampê, xemsariya li pêvajoya penaberiyê û pirsgirêkên li kampê xwe kuştibû. Îrfan Koçer ê bi hevser û zarokên xwe hat Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kir, ji zarok û hevsera wî cuda li kampeke cuda hate bicihkirin. Serlêdana wî ya ji bo mayina li heman kampê nehate qebûlkirin. Li kampa penaberiyê ya li herêma Nersîngen a li Neû-Ûlm a li Elmanyayê bi zorê hate hiştin. Ji ber ku vê pêvajoyê dirêj dewam kir, dawî li jiyana xwe anî.
Di bûyerên xwekuştinê yên penaberên Kurd ên li Elmanyayê de ya herî balkêş jî xwekuştina Hogir A. ê ji Qoserê bû. Koçberê Kurd ê ji Qoser a Mêrdînê hat, cesedê wî yê riziyayî di 4'ê Mijdarê de li pişt salona sporê ya li kampa penaberan a Kûselê daliqandî hate dîtin. Hogir A. ê dibêu 25 salî di 13'ê Sibata 2023'an de ji ber sedemên siyasî hat Elmanyayê û li 'Navenda Qebûlkirina Penaberan' a li nêzî Kûselê ya bi 40 kîlometreyî nêzî Kaîserslaûternê hate bicihkirin. Kampên bi vî rengî yên ku Hogir A. lê hate bicihkirin bi giranî dûrî qada jiyana bajêr li cihekî îzole ne. Li Kûselê bi sedan kes li leşkergeheke berê û salona sporê ya li qadeke daristanê têne hiştin. Kampa penaberan a li Kûselê ji aliyê ewlekarî, paqijî, xwarinê ve di destê sektoreke taybet şîrketa Serco de ye. Serco ji ber şert û mercên nebaş ên li kampên penaberan, her wiha hin 'xwekuştin û zerardayina li xwe' gelek caran di çapemeniya navneteweyî de bû manşet. Hogir têkildarî şert û mercên nebaş ên li kampê, guhertina odeyan a ku dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk û stresa bi mirovan re, her wiha der barê êrîş û destdirêjiya personelên ewlekariyê de gelek caran gilî kiribû. Hogir xwest ku kiryarên li kampê ji rêveberiya kampê re ragihîne lê belê li gorî agahiyan, tercûmanan giliyên wî bi hinceta ku 'wê zerarê bide îmaja kampê' ji rêveberiya kampê re ranegihandin. Bavê wî ji çapemeniyê re got, tercûman ji kurê wî re gotiye 'saziyê reş neke' bi vî rengî hişyarî dane wî, Hogir jî li hemberî vê yekê gotiye 'Eger tiştek bi serê min bê, berpirsyar hûn in'.
Mînakeke din a ku Kurd li Elmanyayê li nijadperestiya rêxistinî rast tên, bûyera Şefîk Kazici ye. Şefîk Kazici yê sala 2003'an ji dayik bû, di 7'ê Gulana 2024'an de li bajarê Zwîckaû yê eyaleta Sachenê li kampê bû hedefa êrîşa penaberekî Ereb, bi 4 derbên kêrê birîndar bû. Êrîş li nêzî wezîfedarên kampê hate kirin. Piştî êrîşê bang li ambûlansê hate kirin jî Şefîk Kazici bêyî ku parastina wî bê kirin û tedbîr bê wergirtin li heman kampê xwestin bi cih bikin. Êrîşkar jî hîn nehatiye girtin.
Ji Navenda Agahiyê ya Nijadperestiya li dijî Kurdan (Informationsstelle Antikurdisher Rassismus-IAKR) ku sala 2023'an ava bû Civan Akbûlût anî ziman ku Kurd herî zêde li eyaleta NRW'yê rastî nijadperestiyê tên."
Dawiya dawî Kurdên ku bi hêviyeke mezin berê xwe didin Elmanyayê di ser rêya koçberiyê de li polîtîka û pratîkên dijminatiyê rast tên. Kurdên ku digihêjin Elmanyayê jî vê carê dibin hedefa êrişên saziyên dewletê û komên din ên koçberan. Bicihkirina ferdên malbatê li kampên cuda, dirêjkirina zêde ya pêvajoya serlêdana penaberiyê, biryarên redkirinê dibin sedem ku penaberên Kurd bikevin nava lêgerînên cuda. Di lêgerînên onlîne de gotinên 'Penaberên Kurd' û 'Elmanya' herî zêde bûyerên êrîş û xwekuştinê nîşan dide ku ev yek jî rewşa penaberên Kurd ên li Elmanyayê bi şênberî radixe pêş çavan.