Koalîsyona çep a Îtalya: Divê hikumraniya terorê ya Erdogan bê rawestandin

Koalîsyon Potere al Popolo ku ji partiyên çep ên li Îtalyayê pêk tên, destnîşan kir ku divê hikûmraniya terorê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bê rawestandin, peyama destekê da HDP’ê.

Nerazîbûnên li dijî zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Tirkiyeyê di qada navneteweyî de zêde dibin. Koalîsyon Potere al Popolo ku ji partiyên çep ên li Îtalyayê pêk tên, daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel HDP’ê cih girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku HDP bi fiyaskoyeke ya girtinê re rû bi rû ye, anî ziman ku di nava hefteya borî de zêdetirî 700 endamên partiya wan hatine girtin.

Potere al Popolo di daxuyaniya xwe de li hember êrîşkariya li ser saziyek mîna HDP’ê ya aştî û demokrasiyê bi hêrs in, banga xwedîderketinê li banga piştevaniya navneteweyî ya ji bo HDP’ê tê kirin, kir û herî dawî got: “Dawî li hikûmraniya terorê ya Erdogan bînin.”