KNK bi Wezîrê Ewûstralyayî re li ser tecrîdê civiya
Li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê heyeta KNK û NCDK’ê bi Wezîrê Sih Anthony albanese yê Partiya Karkeran re civiyan.
Li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê heyeta KNK û NCDK’ê bi Wezîrê Sih Anthony albanese yê Partiya Karkeran re civiyan.
Heyeta ku ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk dihat li Sydneyê bi Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Anthony Albanese re, li ofîsa Albanese ya taybet civiyan.
Heyetê di civînê de dosye pêşkêş kirin a ku qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û qala rewşa li Rojava dike.
Li gorî agahiyên ku ji heyetê hatine wergirtin wezîr Albanese grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopîne û wiha got; “Mijarê hefteya bê di cîvîna têkildarî mafên mirovan a li parlamentoya federal bînim rojevê. Daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê mirovî ne. Em ê bişopînin.”
Albanese diyar kir ku serketina li Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê serketinekî li ser navê hemû mirovahiyê ye û bi taybet mijara Herêma Ewle gotubêj dikin. Albanese got; “Gelê Kurd ji bo mirovahiyê têkoşiya, bi rêzdarî pêşwazî dikin.”