Kesên ku di qetlîama Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn

Kesên ku di qetlîama 19’ê Sibata 2020’an de li bajarê Hanaû ya Elmanyayê jiyana xwe ji dest dayîn bi çalakiyên hatîn lidarxistin, bibîr anîn.

Gelên ku li gelek bajarên Elmanyayê derketîn qadan, kesên di qetlîama Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.

BERLÎN

Li Berlîn a paytexta Elmanyayê kesên di qetlîama Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.

Meclîsa Kurdistaniyên Azad, Meclisa Jinan a Dest Dan, TCŞ, TekoJIN, Yoûng Strûggle, YXK, Mîgrantîfa, ABA û gelek komên antî faşîst tevlî bîranînên li Leopoldplatz, Rathaûsplatz û Oranîenplatzê hatîn lidarxistin bûn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê jî kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.

Aktîvîstên ATÎK û DÎDF tevlî çalakiya bîranînê ya ku saziyên Mîgrantîfa, NCDK Dûîsbûrg, AGIF, Dîe Lînke, Teko-JiN, SKB, RJB, Însiyatîfa MARXLOH, Dîe Lînke Oberhaûsen û Antîfa Dûîsbûrg organîze kirî bûn.

Meşek li Marxloh Aûgûst-Bedel Platzê hate lidarxistin û piştre li Hamborn Altmarkê mitîngek hate lidarxistin.

ÛLM

Li Ûlmê jî kesên li Hanaûyê hatîn qetilkirin bibîr anîn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa, “Qurbaniyên Hanaûyê me hişyar dikin! Bila hemû partî û rêxistinên faşîst û nijadperest were qedexekirin!” vekirin û bal kişandin li ser polîtîkayên rastgir û nijadperest ên li welat zêde dibin.

Di meşê de, piştî mitînga ku bi sedan kes tevlî bûyî, li ser hev dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Koçber hûn bi xêr hatin” û “Bijî piştevaniya enternasyonal” berz kirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî bi 10 cihên cuda çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî bîranên ji aliyên Kurdistanî û komên antî-faşîst ên Elman ve hatîn organîzekirin bûn.

Di axaftinan de nijadperestî hate protestokirin. Di bîranînan de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û mûm pê xistin.

Dayika Ferhat Unvar ê ku di qetlîamên de jiyana xwe ji dest dayî Serpîl Unvar axivî û got, “Jibîrkirina qetlîama Hanaûyê yanjî dana jibîrkirina qetlîamê rê li ber qetlîamek nû vedike. Ger ku em naxwazin careke din êşek wiha bikêşin, pêwîste em hîn zêdetir têkoşînê bidin.”

GIESSEN

Li bajarê Gîessenê jî kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn.

Sazî, komeleyên antîfaşîst, sosyalîstên xwecihî- biyanî yên li bajêr tevlî meş û mitînga ku Yekitiya Sendîkayên Elman (DGB) organîze kirin bûn.

Meşa ku hema bêje ji hemû gelên li Gîessenê dijîn tevlî bûyî ji Berlîner Platzê destpê kir, dîsa li heman derê bi dawî bû. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên ji bo şermezarkirina qetlîamê berz kirin.

Piştî axaftinên di mitîngê de hatî kirin, teqezkirin ku divê berpirsyariyên wê bên dîtin.