KCK: Hilbijartinên Başûr ji bo rizgarkirina Kurdistanê ya ji dagirkerî û qirkirinê, girîng e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartin ji bo rizgarkirina Kurdistanê ya ji dagirkerî û qirkirinê, girîng e. KCK’ê got, divê îradeya welatparêz bi rengekî xurt bê nîşandan.

HILBIJARTINÊN BAŞÛR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên parlamentoyê ya Başûrê Kurdistanê ku wê 20’ê Cotmeha 2024’an bê lidarxistin, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelê Kurd divê li dijî xeta hevkar û xiyanetê helwest nîşan bide, lewma ev hilbijartin pir girîng e. KCK’ê got: “Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê di hilbijartinê de piştgiriyê bide hêz û namzetên welatparêz, demokratîk û neteweyî û li ser vî bingehî helwesta xwe nîşan bide. Divê li dijî PDK û Barzaniyan ku nûneriya xeta hevkar û xiyanetê dikin, pişgirî bê dayîna namzet û hêzên welatparêz. Encamên ku derbikevin ji bo rizgarkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê ya ji pencê dagirkerî û qirkirinê û ji bo pêşxistina sîstemeke demokratîk û azadîxwaz, wê pir girîng be.”

KCK’ê her wiha bang li namzet û hêzên welatparêz jî kir ku xwedî li vê helwesta gelê Kurdistanê derbikevin û “li dijî xeta hevkar û xiyanetê, xeta welatparêziyê û hêmanên demokratîk esas bigirin û bi vî rengî xebatan bimeşînin”.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Weke tê zanîn di 20’ê Cotmeha 2024’an de wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê çêbibin. Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn geşedanên girîng lê diqewimin de, wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartin bê kirin û ev hem ji bo Başûrê Kurdistanê hem ji bo tevahî Kurdistanê girîng e. Li ser bingehê dîzayna jinûve ya Rojhilata Navîn geşedan zêde dibin, hêzên dagirker, mêtinger, qirker û dijminên Kurdan ji bo desthilatdariya xwe ya li ser Kurdistanê bidomînin û azadiya gelê Kurd asteng bikin, dixwazin vê pêvajoyê bi pêleke nû ya qirkirinê temam bikin û qirkirina Kurdan bigihînin encamê. Li dijî vê plana xeter pir girîng e ku gelê me li ser xeta welatparêziyê yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixe û li ser vî bingehî têkoşînê mezin bike. Divê nêzîkatiya gelê me û hêzên welatparêz li hemberî hemû bûyeran li ser vî bingehî be. Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ku wê 20’ê Cotmeha 2024’an bên lidarxistin, divê li ser vê bingehê cidî bê girtin û li gorî vê nêzîkatî bê diyarkirin.

Gelê Kurdistanê û hêzên welatparêz, demokratîk û şoreşger li dijî hêzên qirker, mêtinger û dagirker û hêzên hevkarên wan û xiyanetkar, berxwedaneke mezin raber kirine. Tevî hemû alîkariya hêzên derve û xiyaneta hevkar jî, hêzên qirker, mêtinger û dagirker li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê yê welatparêz heta niha encam wernegirtiye.

PDK û Barzanî li Kurdistanê bûne hêza ku pêşengiyê ji xeta hevkar û xiyanetê re dikin. PDK û Barzaniyan ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li hemû perçeyên Kurdistanê xiyaneta hevkariyê pêş xistiye û bûne perçeyeke qirkirina gelê Kurd. Di êrîşên li ser Rojava de piştgirî daye dewleta Tirk û bûye hevkarê wê. Êrîşên ku gelê me yê li Kampa Penaberan a Mexmûrê rû bi rû mane û bicihneanîna daxwazên rewa û demokratîk yên gelê me yê li Şengalê, encameke vê siyaseta hevkarî û xiyanetê ye. Li Bakurê Kurdistanê hemû avahiyên kontra yên hevkar yên ku li gel dijmin di nava têkiliyê de ne û êrîşî têkoşîna azadiyê dikin, xwe dispêrin PDK û Barzaniyan. Ev hemû nîşan didin ku tu eleqeya PDK û Barzaniyan bi Kurdayetî û doza Kurdistanê re tune ye û berovajî wê bûne perçeyeke siyaseta li dijî gelê Kurd û şebekeyeke wisa ye ku di çarçoveya berjewendiyan de bi dijmin re her cure têkiliyan pêk tîne.

PDK û Barzanî hêzeke wisa ye ku hatine ser têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê û ji bo berjewendiyên xwe bazirganiya Kurdayetî û Kurdistanê li gel dijmin û hêzên derve kiriye.  Xwedî zîhniyteke dijdemokratîk û dijneteweyî ye. Bi vê siyaset û zîhniyeta xwe li pêşiya pêşketinê astengiya herî mezin e. Bêguman hemû dijmin û hêzên tarî xwe dispêrin PDK û Barzaniyan û li ser Kurdistan û gelê Kurd planên qirêj saz dikin û siyasetê dikin. Li Kurdistanê li her derê helwest nîşandana li dijî xeta xiyanet û hevkariya bi vî rengî erka sereke ya welatparêziyê ye. Divê gelê me û hêzên neteweyî yên demokratîk û welatparêz di her firsendê de vê helwestê nîşan bidin. Ji ber wê yekê gelekî girîng e ku gelê me di hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an de li dijî xeta xiyanet û hevkariyê helwesteke xurt pêş bixe. Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê piştgiriyê bide hêz û namzedên welatparêz, demokratîk û neteweyî û girêdayî van yekan helwesta xwe nîşan bide. Encamên ku derbikevin ji bo rizgarkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê ya ji pencê dagirkerî û qirkirinê û ji bo pêşxistina sîstemeke demokratîk û azadîxwaz, wê pir girîng be.

Gelê me divê di hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an de li ser vî bingehî tevbigere û îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan bide. Divê hêz û namzetên welatparêz jî xwedî li vê helwesta gelê Kurdistanê derbikeve û li dijî xeta hevkar û xiyanetê, xeta welatparêziyê û hêmanên demokratîk esas bigirin û bi vî rengî xebatan bimeşînin.”