KCDK-E'yê ji bo şermezarkirina Erdogan bang li her kesî kir ku li Berlînê bin

KCDK-E’yê bang li Kurdistanî û hêzên demokratîk kir ku beşdarî çalakiya 27’ê Çile bibin ku wê li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Berlînê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin, "Dîktator Erdogan, ji bo desthilatdariya xwe ya li pêşberî zêdebûna nerazîbûna civakî û zexta muxalîf a li Tirkiye û Kurdistanê bidomîne û di hilbijartinên pêş de careke din pozîsyona xwe biparêze, derdikeve tûra Ewropayê.

'DÎKTATORÊ XWÎNMIJ!'

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Dîktatorê xwînmij Erdogan wê di 27'ê Çileyê de bê bajarê Berlîn ê Elmanyayê. Ji bo zext, çewisandin, komkujî û qirkirina ku didomîne, wê ji Ewropayê destekê kom bike. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku êrîşî hemû gel, baweriyan, mûxalîf, şoreşger, demokrat, çepgir, sosyalîst, ciwan, kedkar, jin, rewşenbîr bi gotineke din her kesên li dijî wî ne dike, bi taybetî Kurd û Elewî, hêvî dike ku rû û îmaja xwe ya li holê nû bike.

Tecrîda li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê, polîtîkayên faşîst antî-demokratîk ên dagirkerî, qetlîamên li Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û kedkaran xistiye nava lepên xwe.  Ji ber ku budçeyê ji bo şer vediqetîne, gel xizan kiriye û bi deh hezaran kes ji ber dijberî wî li ber xwe dane û hatine girtin, Erdogan êdî şexsiyeteke ku nayê xwestin e.

Di sala 2018'an de dema dîktator Erdogan hat Berlînê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Erdogan Not Welcome hat protestokirin û niha jî di serdana xwe ya Berlînê de wê Erdogan bi dirûşma "Unerwunschte person" were şermezarkirin. Ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê girîng e ku muxalîfên Kurdistanî û Tirkiyeyê nerazîbûnên ku di sala 2018’an de pêk anîne, di 27’ê Çileyê de mezintir bikin.

'EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BANG DIKIN KU DAKEVIN QADAN'

Ji bo gelên ku koçî Ewropayê kirine, Erdogan kesekî nayê xwestin e. Bi sed hezaran mirovên li Ewropayê dijîn naxwazin dîktator Erdogan li Berlînê bibînin. Bi vê wesîleyê weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku bi însiyatîfa Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê beşdarî meş û çalakiya protestoyî ya 27'ê Çileyê li Berlînê bi dirûşma “Erdogan Unerwunschte” bê lidarxistin bibin. 

Em li Ewropayê dîktator Erdogan ê ku du komkujiyên Parîsê organîze kir, êrîşî hemû nirxên gelê Kurd kir, ziman û çanda wî ji nedîtî ve hat, bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayên azadiyê kir, bi hezaran jin, ciwan, kal, pîr û mirov qetil kirin û xistin zindanan, naxwazin. 

Dewleta Tirk a ku bi komkujiyên Parîsê re êrîşên xwe derbasî Ewropayê kir, li Elmanyayê fermana qirkirina Kurdan û mûxalîfan da. Divê ti welatekî demokratîk Erdoganê xwediyê van polîtîkayên qirêj, qebûl neke.

Ji bo polîtîkayên desthilatdariya faşîst ê dîktator Erdogan bê teşîrkirin, em ê di 27’ê Çileyê de li Berlînê bin. Em ê rûyê wî yê qetlîamker, dijminê gelan ê ku tecrîda li ser Rêber Apo giran dike û pergala êşkenceyê zêde dike, qîr bikin.

Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku bi rengekî girseyî seferber bibin û 27'ê Çileya 2023'an saet di 13:00 de li Bundeskanzleramt-Berlînê qadan dagirin."