KCDK-E'yê ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e' Fransa çima bêdeng e?' li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin.
KCDK-E'yê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e' Fransa çima bêdeng e?' li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin.
KCDK-E'yê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê û bîranîna şehîdan bi pêşengiya TJK-E'yê li Parîsê bê lidarxistin bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir ku tevlî bibin.
Di daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate bibîrxistin ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê MÎT'ê ve li Parîsê hatin qetilkirin.
KCDK-E'yê diyar kir ku berpirsyarê wê demê yê MÎT'ê Hakan Fîdan ji amadekarên vê komkujiyê bû û destnîşan kir ku di lêpirsînên dozgerên Fransayê de jî bi eşkere diyar bû ku berpirsyar MÎT û Enqere ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lêpirsîna ku bi salan e tê kirin bi zanebûn heta niha nehatiye biencamkirin. Gelê Kurd li gel dostên xwe bi salan e lêgerîna xwe ya li edaletê dewam dike. Li gel van hewldanan hemûyan jî ne Ewropayê ne jî Fransayê gavek neavêtiye. Her wiha di 17'ê Kanûna 2016'an de hate ragihandin ku kujer Omer Guney li girtîgeheke li Parîsê miriye û bi vî rengî hewl hate dayin ku komkujî bê nixumandin. Meqamên Fransayê ev dosya komkujiyê bi rengekî bêhiqûqî rawestandin. Bi zexta raya giştî re dosya ji nû ve hatibe vekirin jî bi nêzîkatiya 'sira dewletê' ye, tê nixumandin. Meqamên Fransayê li gel ku 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûn hîn jî komkujî ronî nekirine."
KOMKUJIYA DUYEMÎN BI HÊZA JI KOMKUJIYA YEKEMÎN PÊK HAT
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a faşîst a ku hêz ji vê rewşê wergirt, di 23'ê Kanûna 2022'an de Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil qetil kir û hate gotin, "Cih dîsa Parîs bû û berpirsyar jî careke din dewleta Tirk bû. Em zanin, heta ku komkujiyên 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'an neyên ronîkirin, hesab neyê pirsîn wê dadgeriya Fransayê nikaribe ji vê berpirsyariyê rizgar bibe. Dadgeriya Fransayê neçar e ku van herdu komkujiyan ronî bike. Bi vî rengî dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî dikare bê darizandin.
EM Ê NEHÊLIN KU BÊ CEZA BÊ HIŞTIN
Ji bo komkujî û kujer bê ceza neyên hiştin em ê lêgerîna xwe ya li edaletê û çalakiyên li Ewropayê bi israr dewam bikin. Em ê nehêlin ku ev komkujiyên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatine kirin bê darizandin û bê ceza bêne hiştin. Ji bo komkujî tavilê bêne ronîkirin, ji bo sûcdar li dadgehên navneteweyî bêne darizandin divê hikumeta Fransayê tavilê hevdîtinê bi malbatan re bike, ji ber van komkujiyên li xaka wê pêk hatiye lêborînê ji malbaatan û gelê Kurd bixwaze."
KUJER DIYAR E, FRANSA ÇIMA BÊDENG E!
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E'yê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e' Fransa çima bêdeng e?' li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin.