KCDK-E’yê ji bo meşa li Londonê bang kir
KCDK-E li dijî serdegirtinên li Brîtanyayê nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi girseyî beşdarî meşa navendî ya ku wê 1'ê Kanûnê li Londonê bê lidarxistin bibin."
KCDK-E li dijî serdegirtinên li Brîtanyayê nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi girseyî beşdarî meşa navendî ya ku wê 1'ê Kanûnê li Londonê bê lidarxistin bibin."
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) derbarê serdegirtinên li dijî navend û malên welatparêzên Kurd ên li Brîtanyayê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCDK-E’yê got, "Em bang li gelên xwe yên li Brîtanyayê dijîn dikin ku bi biryardarî xwedî li saziyên xwe derkevin û biparêzin."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di 27’ê Mijdarê de polîsên Brîtanî bi ser Navenda Civaka Kurd, malên siyasetmedar û welatparêzên Kurd girtine û êrîşeke dijî nirxên demokratîk pêk anîne. KCDK-E, da zanîn ku lêgerîna li malê siyasetmedar û welatparêzan piştî sê rojan bi dawî bûye û destnîşan kir ku polîsên ku bi zext û tundiyê deriyê mal û navendê şikandine, li ser medyaya civakî mîna ku operasyon li dijî terorê kirine, nîşan didin.
KCDK-E’yê got, “Ev êrîşa bi zanebûn û rêxistinbûyî ya polîsê Brîtanyayê ne tenê li dijî nirxên demokratîk e, di heman demê de helwesteke li dijî azadiya rêxistinbûyîna gelê Kurd e. Ev êrîşa li dijî gelê Kurd ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar de berdêl daye û rûmeta mirovahiyê temsîl dike, nayê qebûlkirin.
'DIVÊ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN TAVILÊ BÊN BERDAN’
Hemû saziyên gelê Kurd îro li cîhanê nirxên bi rûmet a mirovahiyê û azadiyê temsîl dikin. Li şûna ku gelê Kurd ê bi rûmet ê ku temsîla nirxên azadiyê dike, bi etîketa terorê sûcdar bikin, divê hurmetê nîşanî wan bidin. Ji ber vê sedemê divê demildest siyasetmedar û welatparêzên binçavkirî bên berdan û polîsê Brîtanyayê ji ber van helwestên xwe tavilê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Em hebûna polîsên Tirk û hêza hişk û tundiyê ya di dema serdegirtinan de hatiye bikaranîn bi tundî şermezar dikin.
Dîsa girtina bêdem a Navenda Civaka Kurd a li Londonê û astengkirina ketina gel û derketina saziya xwe helwesteke nayê qebûlkirin e.
Saziyên me, eniyên me ne ku me bi têkoşînê bi dest xist. Divê tu hêz ne li bendê be ku em dev ji van eniyan û destketiyan berdin. Gelê Kurd ê li Brîtanyayê dijî li dijî vê neheqiyê li ser piyan e. Bi berxwedanê bersivê dide.
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ BERXWEDANÊ DERKEVE’
Divê gelê me rabe ser piyan û bi awayekî xurt sazî û nirxên xwe biparêz e. Em ê teqez bi têkoşîneke hevpar mil bi mil li ber xwe bidin û bi ser kevin. Eger gelê me berxwedanê berfireh bike û mezin bike, wê saziya me ya hatiye desteserkirin ji nû ve ji bo gelê me vebe. Eger em paşve gavê bavêjin, wê demê dê hemû destketiyên me bikevin xeteriyê. Bi vê hişmendiyê em bang li tevahiya gelê xwe, dost, şoreşger û demokratên li Brîtanyayê dijîn dikin ku xwedî li berxwedana li Londonê derkevin."
KCDK-E’yê destnîşan kir ku êrîşên polîsên Brîtanyayê yên mîna zextên dewleta wê tekoşîna gelê Kurd paşve nexîne û di dawiyê de ev bang kir, “Em ê kolan û saziyên xwe vala nehêlin. Bi vê wesîleyê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi rengekî girseyî beşdarî meşa navendî ya bi dirûşmeya 'Destên xwe ji ser Kurdan bikişînin’ ku wê di 1'ê Kanûnê de li Londonê bê lidarxistin bibin."