Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li ser Şengalê planên qirêj hene.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hikumeta Iraqê amadekariyan dike ku 10 hezar leşkeran bişîne Şengalê û PDK’ê jî hêzeke ji 3000 kesan pêk tê, amade kiriye. Civaka Êzidîya Şengalê ku piştî DAÎŞ’ê xwe li ser esasê azadî û demokrasiyê ava kir, di bin gefeke mezin de ye. Gelê Şengalê û Kurdistanê vê plana qirêj a li ser Şengalê wekî ‘fermaneke nû’ dibîne.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro bi daxuyaniya xwe bang li hemû kesan kiriye ku bila têkeve nav hewldanan.
Gelê Şengalê dema li dijî DAÎŞ’ê şerê hebûn û nebûnê dikir, hikumeta Iraqê û PDK li ku bû? Kesên di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de civaka Êzidî bi tenê hişt û bûn sebeba vê qetlîamê, îro bi van planên xwe rê li ber qetlîameke din vedikin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêdiviya wan bi parastina hêzên leşkerî tune û gelê Şengalê wê di her şertan de axa xwe biparêzin. Gelê me yê Kurdistanê, gelên herêmê û gelê me yê li derveyî welat û dostên me divê xwedî li gelê Şengalê derkevin û destûrê nedin van polîtîkayên qirêj.
Em KCDK-E ji bo pêşîlêgirtina fermaneke din a li ser Şengalê bang li gelê xwe dikin li her dera Ewropayê ya ku navendên me yên civakî û pêkhateyên me hene, di 26’ê Mijdarê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin.”