KCDK-E’yê bi sed hezarên ku qadên Newrozê tije kirin pîroz kir

KCDK-E’yê bi sed hezarên ku bi taybetî li Frankfûrt, Ewropa, Awûstralya, Kanada û gelek navendên din ên cîhanê bi fedekarî û hişmendiya yekîtiya neteweyî seferber bûn, ked dan û qadên Newrozê tije kirin, silav kir.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)  diyar kir ku Newroza 2024’an bi coş û serbilindiyeke mezin hatiye pîrozkirin û bi rêya daxuyaniyeke nivîskî gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne silav kir.

Naveroka daxuyaniyê bi vî, rengî ye:

‘’Gelên li Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakur û li derveyî welat Newroza sala 2024’an bi şîara; ‘Ji Rêber Apo re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî’ re li gorî cewhera wê bi coşeke mezin pîroz kirin. Em spasiyên xwe li  bi sed hezarên ku qadên Newrozê bi coş û îradeyeke mezin tije kirin, dikin.

Newroza sala 2024’an ji aliyê dîroka me ve bi coş û girseyî hate pîrozkirin û her wiha  ji pêvajoya dîrokî ya vê serdemê re jî bû bersiveke baş. 

Bi sed hezaran kesan li qadên Newrozê nîşan dan ku li hemberî  polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd bêdeng namînin û bertekek eşkere nîşan dan.

Kampanyaya bi armanca beşdarbûna milyonan kesî ya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî’ di qonaxa nû de bi rêya pîrozbahiyên Newrozê li gel Ewropa, Awûstralya û Kanadayê jî li 52 navendên cuda xwe nîşan da. Gelê Kurd li her derê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de li dora Rêber Apo bûn yek dil  û peyameke eşkere da herkesî.

Li derveyî welat hema bibêje li hemû navendan Newroz ji hemû salan zêdetir bi girseyî û bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi sed hezaran kesî banga; ‘Îradeya Rêber Apo li vir e û îradeyê bibînin’ kir. Di hemû qadên Newrozê de bi sed hezaran kesî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Îradeya Newrozê bi awayekî eşkere ji herkesî re diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Di derbasbûna beşdarvanan ya ji bo qadên Newrozê de hin alozî pêk hatin û kêmasî hebûn. Em soz didin ku wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî xebatên me zêdetir bibin û em ê wan çareser bikin.

Bi saya îrade û bibiryarbûna bi sed hezaran nîşan dayî, em ê   teqez têkoşîna xwe  bigîhînin azadî û serketinê. Baweriya me ji hemû gavan bêtir zêdetir e.

Bi vê bawerî û vê enerjiya ku bi sed hezaran mirov anîn li ba hev û kirin yek dil, em bang li her kesî dikin di hilbijartinên xwecihî de yên ku wê 31’ê Adarê de pêk werin weke xebatkareke DEM Partîyê bi berpirsyarî kar bikin û kes û nasên xwe seferber bikin û wan teşwîq bikin ku dengê xwe bidin.’’