KCDK-E’yê banga çalakiya hevdem kir

Hevserokên KCDK-E’ê di derbarê berxwedanên çalakiya Zulkuf Gezen a fedaî de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî û şehîd bûyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand bang kir ku êvara Duşemê bi hevdemê çalakî bê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê hevsrokên KCDK-E’ê hatî belavkirin de ji bo Zulkuf Gezen ê li girtîgeha Tekîrdagê çalakiya fedaî kirî sersaxî xwest.

KCDK-E’ê bal kişand li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û got, “Li hemberî vê berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîdê, rejîma faşîsta a AKP-MHP’ê li şûna çareseriyê bibîne, bêtir êrîşkar bûye. Sekna dewletên komploger, dewletên Yekîtiya Ewropayê, CPT û Konseya Ewropayê wêrekî dide vê faşîzma Tirk.

Li dijî dîktatoriya Erdogan ku bi polîtîkayên çewisandin û faşîzmê dixwaze Kurdan radest bigire Zulkuf Gezen bûye qêrîna berxwedan û çalakiyên li zindanan. Çalakiya Gezen di heman demê de li dijî helwesta saziyên pêwendîdar ên navneteweyî, CPT û Konseya Ewropayê ye jî.”

Di serî de Leyla Guven, rewşa gelek berxwedêrên greva birçîbûnê gihiştiye asteke metirsiyê. Çalakiya fedaî ya Zulkuf gezen ji bo girseya li derve peyameke dîrokî ye.”

KCDK-E’ê herî dawî banga çalakiya hevdem kir û got, “Pêngava me ya bi dirûşmeya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, bi çalakiyên ku me heta niha li Ewropayê kirî, em ê bê navber bidomînin. Em bang dikin ku li tevahiya Ewropayê, li Ewûstralya, Kanada û japonyayê bi hevdemî roja duşemê saet 17.00’î bi giyana seferberî û berxwedanê beriya ku şahdet çêbin hemû Kurdistanî û dostên wan bi awayekî girseyî derkevin kolan û qada.”