KCDK-E û TJK-E’yê bi sed hezaran kesên li qada Newrozê silav kirin
KCDK-E û TJK-E’yê bi sed hezaran kesên ku di Cejna Newrozê de ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bikind kirin, silav kirin.
KCDK-E û TJK-E’yê bi sed hezaran kesên ku di Cejna Newrozê de ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bikind kirin, silav kirin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî Newroza 2025’an peyameke hevpar dan. Naveroka peyamê bi vî rengî ye.
‘’Newrozên sala 2025’an li Ewopa û gelek navendên cîhanê bi beşdarbûna girseyî ya bi sed hezaran hate pîrozkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê gelên me hatin li ba hev û bi hişmendiya neteweyî ruhê yekîtiyê ava kirin. Agirê Newrozê bi vî ruhî geştir bû û yekîtiya me xurttir bû.
GELÊ KURD LI YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎNA XWE XWEDÎ DERKET
Gelê Kurd li Elmanya, Swîsre, Fransa, Avûstûrya, Hollanda, Belçîka, welatên Îskandînavyayê, Avûstûralya, Kanada, Japonya û gelek navendên din bi yek dengî û bi sed hezaran li yekîtî û têkoşîna xwe xwedî derket. Xeyala azadiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin û gelê me bi dehan salan berdêla wê daye, pêk tê.
Gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bi hemû rengên xwe piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û îradeya xwe nîşan da. Gelê Kurd ê ku di têkoşîna vejînê de bi ser ket, bi xurtî daxwaza xwe ya berdewamkirina meşa azadiyê ya li gel Rêbertiya Azad anî ziman.
TEVLÎBÛNA CIWANAN JI BO TÊKOŞÎNA ME HÊVIYEKE MEZIN E
Têkoşîna jinan a di 8’ê Adarê de dest pê kir, di şahiyên Newrozan de gihîşt astên herî bilind. Di hemû Newrozan de tevlîbûna xurt a jinan ku pêşengên têkoşîna me ne, li hemû qadan roleke bidisîplîn û çalak lîstîn û şahî bi serkeftî derbas bûn û bûn xebatên mînak. Jinên ku girseya herî mezin a şahiyên Newrozan pêk tînin, bi cil û bergên xwe yên gelêrî, govendên xwe, dirûşmeyên xwe yên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ îradeya xwe nîşan dan û îspat kirin ku pêşengên avakirina civaka demokratîk in.
Li Ewropa û gelek navendên li seranserê cîhanê yek hêza sereke ya Newrozê tevlîbûna bi sed hezaran ciwanan, govenda wan û dirûşmeyên wan ên ji bo azadiyê bûn. Tevî şert û mercên Ewropayê jî ciwanan biryariya xwe ya xwedîlêderketina ya mezin nîşan da. Coş û tevlîbûna ciwanan ji bo têkoşîna me hêviyeke mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku wê li vê têkoşînê xwedî derkevin û zêdetir pêş bixin.
EM RÊZDARÎ SED HEZARAN SILAV DIKIN
Newroza navendî ku di 29’ê Adarê de li bajarê Frankfurtê bi coşeke mezin û tevlîbûna deh hezarên ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatî lidarxistin, bi ruhê yekîtiya neteweyî pêk hat.
Kurdistanî û dostên xwe yên ku ji Elmanya û seranserê Ewropayê tevlî Newroza ku bi şîara ‘’Civaka Azad û Rêbertiya Azad’’ hatî lidarxistin, bûn, bi dirûşme, tîlîlî û govendên xwe Newroz veguherandin qada têkoşînê.
Mezintirîn girseya Newroza ku li Frankfurtê hatî lidarxistin ji jinên pêşengên têkoşîna me û bi deh hezaran ciwanan pêk hat. Dîsa tevlîbûna dostan, şoreşgerên Tirkiyeyî, rewşenbîr û sosyalîstan pêk hat.
Weke KCDK-E ve TJK-E’yê em sed hezaran kesên ku li Ewropayê û seranserê cîhanê tevlî şahiyên Newrozan bûne bi rêzdarî silav dikin. Her wiha spasiya bi hezaran wezîfedaran dikin ku bi dîsîplîn tevlî coşa Newrozê bûn, wezîfeya xwe bê kêmasî bi cih anîn, em spasiya xebatkarên çapemeniyê, hemû beşdaran, hunermendan, dostan, qisekeran û mêvanan dikin. Em bang dikin ku ji bo têkoşîna me her tim bi vê coş û biryardariyê dewam bike, karên xwe mezin bikin."