KCDK-E roja 18’ê Çileyê ji bo Şengalê banga çalakiyê kir

KCDK-E ji bo protestokirina êrîşa Tirk ya li dijî Şengalê banga beşdarbûna çalakiyên ku 18’ê Çileyê werin lidarxistin kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E daxuyaniyek nivîskî da û got; “Balafirên şer ên dewleta Tirk a qirker vê sibê bombe li gundê Dîgurê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê barand. Dewleta Tirk ku li her derê Kurdistanê  dike hedef, beriya niha gelek caran Şengal kiribû hedef û komkujiyên sivîlan pêk anîbû.

Dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê pêk neanî temam bike dixwaze qira gelê me yê Êzidî bîne.

Em vê komkujiya dewleta Tirk ku dijminê mirovahî, çand, dîrok û baweriyê ye ya li dijî Şengalê şermezar dikin.

Em KCDK-E bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê yekîtiya neteweyî rabin ser piyan û xwedî li gelê Şengalê derbikevin.Em KDCK-E û NAV-Yek roja 18’ê Çileya 2020’an ji bo şermezarkirina komkujiya li Şengalê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin û ji bo xwedîlêderketina li Şengalê li her derî çalakî û meşên bi bandar li dar bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”