KCDK-E: Newroza Frankfurtê veguherînin beyana îradeyê

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li her kesên li Elmanyayê jiyan dikin kir ku bi ruhê Mazlûm û Zekiyeyan tevlî Newroza Frankfurtê bibin.

Newroza 2025’an li sedan bajarên Ewropayê li ser bingeha xwedî lê derketina Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û qirîna azadiya Rêber Apo bi coşekî mezin hate pîrozkirin. Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo Newroza ku Rebstocparkê ya bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Li Newroza îsal di serî de li Amedê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat peyamên gelê Kurd bi eşkere û zelal hatin dayîn.

Ji Kawayê Şoreşger heya Kawayê nûjen Mazlûm Dogan gelê Kurd her tim li ber xwe daye û her tim nirx qezenc kiriye. Gelê Kurd hem bi coşa xwe û hem jî bi dirûşmeyên xwe di Newrozê de peyamên pir vekirî da. Newrozên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bûn sembola civaka demokratîk, azadî, aşitî û xwişk-biratiya gelan û di wateya dîrokî ya Rêber Apo de bû beyana îradeyê.

Gelê Kurd Newrozan veguherand ravekirina îradeyê û li dijî mêtingerî û dagirkeriyê careke din eşkere kir ku li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û li derveyî welat yekîtiya neteweyî ava kiriye, divê her kes îrade û nasnameya wê nas bike û azadiya Rêber Apo azadiya wan e. Di heman demê de ji hêzên navneteweyî re peyama ‘Nebin polîtîkayên kujer ên dewleta Tirk, îradeya gelê Kurd esas bigrin’ dan.

Her wiha di vê Newrozê de li dijî faşîzm û dîktatoriyê biryardariya xwe ya demokrasî, azadî û wekheviyê nîşan da. Nîşan da ku di vê salê de azadiya Rêber Apo û gelê Kurd wê were qezenckirin. Di vê wateyê de em spasiya bi milyonan ku beşdarî Newrozê bûn dikin.

Ji bo ku em Newroza navenda wê Elmanya ku di 29’ê Adarê de were lidarxistin, bi ruhê Kawayê nûjen Mazlûm Dogan, bikin Newroza yekîtî û serkeftinê, bibin seferber. Divê hemû Kurdistaniyên li Elmanyayê, dostên wan û her kes Newroza Frankfurtê wekî Newroza Amedê veguherînin ravekirina îradeyê ku azadî û wekheviyê dixwaze.

Em wekî KCDK-E’yê bang li jin û ciwanên Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan û her kesên alîgirê azadî û wekheviyê dikin ku bi ruhê Mazlûm û Zekiyeyan tevlî Newroza Frankfurtê ya di 29’ê Adarê de bê lidarxistin, bibin."