KCDK-E: Me Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrîn ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku wan komkujiyên li Helebce, Qamişlo û Gaziyê, dagirkirina Efrînê ji bîr nekirine û wê nedin jibîrkirin.

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û got, "Meha Adarê ji bo gelê Kurdistanê meheke ji komkujî û berxwedanê ye. Li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk em bang li gelê Kurdistanê dikin ku li her derê li ser bingeha yekîtiya neteweyî berxwedanê bilind bikin û azadiyê misoger bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em di salvegera komkujiyên Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrînê de ne ku bi destê dewletên mêtinger ve meha Adarê hatin kirin. Mêtingeran di herikîna dîrokê de timî hewl dan ku bi komkujî û polîtîkayên qirkirinê têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurdistanê bitepisînin, gelê Kurdistanê jî li dijî vê zilmê bi berxwedanê têkoşîn û nirxên xwe parastiye.

Dîktator Saddam sala 1988'an li Helebceyê bi gazên kîmyewî û hardalê 5000 mirovên me qetil kir, dewleta Tirk a mêtinger jî 12'ê Adara 1995'an li Stenbolê Komkujiya Gazî kir. Rejîma Sûriyeyê 12'ê Adara 2004'an bi provokasyona şerê navbera Kurd û Ereban komkujî kir. Faşîzma AKP-MHP'ê di 18'ê Adara 2018'an de bi heman mejî û polîtîkayên komkujiyê Efrîn dagir kir. Ev polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê nekarî gelê Kurdistanê ji têkoşîna azadiyê vegire, hêrs û biryardariya gelê me ya ji bo têkoşînê mezintir kir.

Dewleta Tirk bi heman mejî û armancê îro jî li Kurdistanê êrîşan bi rengekî bêperwa dimeşîne. Li dijî gerîlayên azadiyê bi her rêbaz û çekên kîmyewî êrîş dike. Jê heye ku dikare bi vî rengî pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurd bigire. Çawa ku yên li Helebce û Qamişloyê komkujî kirin winda kirin, dewleta Tirk jî li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê me winda dike, di nava krîzên giran de ye.

Mejiyê ku doh li Helebceyê hewl da bi çekên kîmyewî û biyolojîk têkoşîna gelê me bitepisînin, bi heman rengî li Efrîn, Şengal, Başûr, Mexmûr û Bakur êrîşî gelê me û nirxên me dikin.

Vê dewletê piştî erdheja 6'ê Sibatê ya li Kurdistanê bi sed hezaran mirovên me di binê avahiyên hilweşiyayî de hişt û bi vî rengî ew qetil kir. Ji bo emrê desthilatdariya xwe ya talan, derewîn dirêj bike, serî li her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê dide.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên qirkirinê û komkujiyan wezîfeya xwe ya exlaqî û wijdanî li her derê li ser bingeha yekîtiya neteweyî de bi bilindkirina têkoşînê bi cih bîne, azadiya gelê me ku daxwaza şehîdên me bû, misoger bike."