KCDK-E: ji bo meşên 14’ê Kanûnê bibin seferber!

KCDK-E ji bo meşa Rojava ya ku wê 14’ê Kanûnê bê lidarxistin bang kir û got: “Em berxwedanê mezin bikin , em ê encamên dîrokî bi dest xwe ve bînin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî meşa ji bo Rojava ya ku wê 14’ê Kanûnê bê lidarxistin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û ev hate gotin: “Bi destpêkirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya 9’ê Cotmeha îsal a li ser Rojava re bi hezaran kes neçar man ku ji warên xwe koçber bibin û bi sedan sivîl jî hatin qetilkirin. Di êrîşên dewleta Tirk a li ser erêkirina DYE û Rûsyayê re li herêmê didomin de, sivîl û zarok tên hedefkirin. Di komkujiya Til Rifatê de 8 zarok li ber çavê cîhanê hatin qetilkirin.

 ‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARÊN SÛC IN’

Hêz û dewletên navneteweyî ev komkujî ji nedîtî ve hat. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc. Bi tanken Elmanya û çekên welatên Ewropayê di qirkirina Kurdan de tê bikaraîn.

‘BERXWEDANÊ BIGIHÎNIN QADA NAVNETEWEYÎ’

Gelên cîhanê û hêzên navneteweyî bi zanabûna ku dixwazin qira gelê Kurd bînin û şoreşa Rojava tesfiye bikin, di asta gerdûnî de xwedî li Rojava derdikeve. Ji ber vê ji roja yekê ve xwedî li Berxwedana Rojava derdikevin. Ji bo mezinkirina berxwedanê di asta navneteweyî de, ji her demê bêhtir şert û mercê vê heye ku di asteke navneteweyî de xwedî lê derbikevin. Cîhan bi nerazîbûnên xwe yên gerdûnî li gel Şoreşa Rojava û gelan e. Şert û mercên vê qonaxê bi ti demê re nayê qiyaskirin û ji bo destxistina serketinê jî ji her demê zêdetir derfet hehe.

Cîhanê guh daye wijdana xwe û bi Rojava re rabûye. Şoreşa Rojava ya ku dawî li DAÎŞ’ê anî bûye hêvjî ji bo wan jî. Tevberên çep, sosyalist, anarşist, femînîst, ekolojîsan ên bi vê hêviyê û dîtina şoreşê daketin qadan, xwedîkerketina xwe didomîne.

 ‘WÊ ENCAMÊN DÎROKÎ BI XWE RE BÎNE’

Ji bo vê divê em berxwedanê bidomînin û pêşengtiyê jêre bikin. Cîhan tev ji bo me li ser piyan e, pişta xwe dayîna vê berxwedana mezin dibe ne mimkûn e. Ji bo vê desteka gerdûnî biparêzin û bikin herdemî divê hê zêdetir kar bikin. Em ji bîr nekin ku wê ev berxwedan derbasî dîrokê bibe û encamên dîrokî bi xwe re bîne. Ji bo vê divê bê navber çalakiyan bidomînin.”

JI BO MEŞÊ BANG

Herî dawî KCDK-E’yê ji bo tevlîbûna meşa 14’ê Kanûnê ya ji bo Rojava bang kir û ev got: “Wê 142ê Kanûnê bi pêşengtiya Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rîse Up for Rojava bi dirûşma ‘Meş û serî rakirina enternasyonalîst a ji bo Rojava’ pêk tê. Em KCDK-E di serî de bang li gele xwe, gelan, jinan, zarokan,tevgerên demokrat, rewşenbîr, çep-sosyalîst, her kesê dibêje mirov in dikin ku; bi ruhekî çalakiyê ya bê navber dakevin qadan. Bang dikin ku her kes bi ruhê seferberiyê tevger bike, li her cihê lê ye ji bo meşa enternasyonalîst a gelên Ewropayê bibe seferber.”