KCDK-E: Em Xwedî li Efrînê derkevin û pêşî li dagirkeriyê bigirin

KCDK-E got, ''Ji bo ku em bibin dengê gelê Efrînê, em li dijî dagirkeriyê têkoşînê geş bikin'' û bang kir ku tevlî meşa mezin a 8'ê Hezîranê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kirî bi komkujî, êrîş, talanê xwediyên eslî yên wê xakê ji wir derxistin, dest li ser mal û milkên wan danîn, bi barbarî êrîş birine ser nirxên dîrokî û baweriyê. Bi berdewamî KCDK-E'yê got dewleta Tirk a ku dagirkirina hemû Kurdistanê daye ber xwe, Efrîn bi çeteyên xwe yên destbixwîn tije kiriye û ji bo hemû herêmên din ên Kurdistanê talokeyeke mezin e. Her wiha hate diyarkirinn dagirkeriya qirker a Tirk a bi desteka hêzên navnetewî bi dîwarê ku li Efrînê tê lêkirin bûye cihê şermê.

'KIRIN NAVENDA PAQIJIYA ETNÎK'

KCDK-E'yê bi berdewamî got Efrîn li ber çavê hemû cîhanê hatiye dagirkirin, êrîşa li ser modêla jiyana mînak a demokratîk êrîşa li ser hemû mirovahiya pêşverû, ya li ser paradîgmaya azadî û wekheviyê û hate gotin ,''Efrîn ji komên cîhadîst û DAÎŞ'ê re, yên dijminê mirovahiyê re kirine navend û bûye navenda plangeriya paqijiya etnîk a giştî ya ser Kurdan.''

'LI SER HEMÛ KURDISTANÊ TALOKE HENE'

Bi berdewamî hate diyarkirin dagirkeriya li Efrînê nîşan daye ku li ser hemû Kurdistanê taloke heye, Kurdistaniyên li çar parçeyan, demokrat-şoreşgerên li Rojhilata navîn û hemû mirovên xwedî wijdan ên cîhanê li dijî vê dagirkeriyê bi biryardariyê têdikoşin.

Dijminatiya dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan hate bibîrxistin û hate gotin, ''Di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nakin. Wiha dixwazin ku modêla bi azadîxwaziya jinê û wekhevîxwaz a li Rojava, ku hêviya mirovahiyê ye, li Rojhilata Navîn pêk neyê. Ji ber vê şerê dijî Kurd li hundir û li derve bi hemû barbariya xwe didome. Hewldanên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî, ya bi navê operasyon dersînor tê kirin jî bi vê sedemê ye.''

''HÊZÊN NAVNETEWÎ HEVKARÊN SÛC IN'

KCDK-E'yê bêdengiya hêzên navnetewî destnîşan kir û got, ''Vê rê li ber dewleta  Tirk vekiriye'', hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re hate destnîşankirin û hate gotin, ''Di vê dagirkeriyê de bi wan re hevkariya sûc kiriye. Îro li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî heman bêdengî heye. Bêdengiya navnetewî û hevkariya sûc, li her çar parçeyên Kurdistanê zemînê ji komkuijyan re çêdike.''

'BI XWEDÎLÊDERKETINE XURT EM DIKARIN ASTENG  BIKIN'

KCDK-E'yê lêkirina dîwarê li Efrînê bi bîr xist, got, ''Bi dîwarê ku tê lêkirin, tê xwestin ku dagirkerî were mayindekirin, ji bo ku pêşî li vê dagirkeriyê were girtin û bikin ku gelê Efrînê dîsa vegere ser xaka xwe pêdivî pê heye ku zêdetir em xwedî lê derkevin. Bi rengekî çalak bi xwwedîlêderketinê em dikarin Efrînê ji dagirkeriyê xilas bikin û pêşî li dagirkeriyên nû bigirin.

Ew hêza me ye ku em rûyê rastî yê dewleta Tirk li ber çavê gelên Ewropayê nîşan bidin û vê rawestînin.''

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê hate bibîrxistin, hate gotin bi vê berxwedanê tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şikandin û hate diyarkirin, ''Li ber ronkahiya vê berxwedana dîrokî divê em zêdetir li Efrînê û Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Li dijî gef û armancên dewleta Tirk bi têkoşîna biryardariyeke hevşib em dikarin dewleta Tirk bi paş bixin.''

'8'Ê HEZÎRANÊ EM TEVLÎ MEŞA MEZIN BIBIN'

KCDK-E'yê banga tevlêbûna meşa 8'ê Hezîranê kir û got, ''8'ê Hezîranê Şemmiyê li Ebert Platzê li adrêsa 50668 Kolnê wê meşa mezin wer çêkirin. Em bang li hemû saziyên xwedî wijdan, rewşenbîr û her kesî dikin ku tevlî meşê bibin. Ne ku tenê tevlî bibin, bang li her kesî dikin ku bi hemû derfet û zîrektiya xwe têkliyan deynin û ji bo ku meş xurt bibe, hewl bidin û bibin dengê Efrînê.''