KCDK-E: Em tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bibin!

KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku di serî de 15'ê Sibatê li Strasbourgê beşdarî çalakiyên li dijî komploya navneteweyî bibin.

15'Ê SIBATÊ

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Bi pêşengiya jin û ciwanan meşa gelê me yê fedakar a ji bo rêberê azad digihêje asta herî bilind. Hêzên ku 100 sal in polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê dimeşînin hemû têk çûn.

Zilm û êrîşên qirkirinê ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî 100 sal in dewam dike, bi pêşengiya Rêber Apo hatin pûçkirin ku Rêber Apo 26 sal in li hemberî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê di nava berxwedaneke mezin de ye. Dewleta Tirk ku ji bo biserxistina qirkirina Kurdan aborî, hêza xwe ya mîlîtarîst seferber kir, têk çû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna lehengî ya gelê Kurd ê welatparêz bi pêşengiya Rêber Apo bi ser ketiye û hate gotin, "Rêber Apo di salvegera 26'an de bi gaveke dîrokî ev serketin gihandiye asteke bilind. Bi saya vê gava dîrokî li dijî qirkirinê û şer, em gihîştine asteke dîrokî ya azadî û aştiyê.

Hemû hêzên ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê plan kirin û bi cih anîn, dîtin ku Rêber Apo îradeya bi milyonan kesî ye, pêşengê tevgereke azadiyê ya navneteweyî ye. Lewma yên ku ew xistin girtîgeha tecrîdê ya Îmraliyê û ji wan hebû ku wê bi vî rengî wî tine bikin, dîtin ku li gel tecrîdê jî ew pêşengê têkoşîneke navneteweyî ye.

Rêber Apo ku metirsiya şerê cîhanê yê 3'yemîn beriya 20 salan ji mirovahiyê re ragihand, li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî şer rêya aştî û azadiyê pêşniyar kir û nîşan da.

Rêber Apo di sala 26'an a komploya navneteweyî de têkoşîna mirovahiyê gihand nuqteyeke gerdûnî û çareseriyê pêşniyar dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Apo di sala 26'an a komployê de ji bo beralîkirina mayinde ya komployê mizgîniya gaveke nû dide me. Em hemû bi kelecan li bendê ne ku ev gav ji bo gelên cîhanê, Kurdistanê û Tirkiyeyê bibe hêvî.

Ji bo meşa 15'ê Sibatê roja Şemiyê ya li Strasbourgê û çalakiyên li gelek welatên cuda yên Ewropayê, em bang li her kesî, gelê Kurd û dostan dikin ku dakevin qadan, tarîtiya 15'ê Sibatê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' şermezar bikin û li dijî komploya navneteweyî seferber bibin."